Fransayê bertek nîşanî girtina Nasrin Sotoudeh da
Wezareta Karên Derve ya Fransayê, bi daxuyaniyek ji ber girtina parêzer û parêzvana mafên mirovan Nasrin Sotoudeh fikarên xwe anîn ziman û daxwaza berdana hemû girtiyên din kir.
Navenda Nûçeyan – Wezareta Karên Derve ya Fransayê di daxuyaniya 3’ê Nîsanê roja Înê de, girtina Nasrin Sotoudeh, weke ‘ nîşaneya poltîkayên tepisandinê ya sîstematîk û zexta li dijî aktîvîstên mafên mirovan a hikûmeta Îranê’ bi nav kir û diyar kir ku divê ev pêvajo were sekinandin.
Wezareta Karên Derve ya Fransayê, girtinên kêfî şermezar kir û fikarên xwe yên ji bo rewşa fîzîkî û tenduristî ya aktivîsta mafên mirovan a girtî Nêrgis Mihemedî de anî ziman.
Di berdewama daxuyaniyê de, hat diyarkirin ku Fransa bi gelê Îranê re ye, îfade kir ku divê welatî ji mafên xwe yên bingehîn sûdê bigrin û der barê pêşeroja xwe de bi awayekî azad biryar bidin.
Xwediya xelata Saharov, aktivîsta mafên mirovan, parêzer û girtiya berê ya siyasî Nasrin Sotoudeh, 1’ê Nîsanêli mala xwe hat binçavkirin. Heta niha der barê sedema binçavkirinê, bi çi tê sûcdarkirin û saziya ku ew binçav kiriye de tu daxuyaniyek nehatiye dayîn.