Jin behsa aşitîyê dikin: Bêyî me nabe!

Di konferansa ‘Aşitî, Bêyî Me Nabe’ ku li Zurîhê tê li darxistin de, jinên ji welatên cûda, ji bo nîqaşkirina ceribandin û rola diyarker a jinan di pêvajoyên aştiyê de hatin ba hev.

Naveda Nûçeyan – Konferansa jinan a Navneteweyî ku bi diruşmeya ‘Aştî Bêyî Me Nabe’ li bajarê Zurîh ê Swîsre ku ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsre (YJK-S) û Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E) ve hatî li darxistin destpê kir.  

Konferansa ku sernavên wek rola jinan di pêvajoyên aştiyê de, ceribandinên muzekereyan, nûnertiya wekhev, azadiya rêxistinî û zemînê civaka aştî ya domdar bigrin dest de, ji çar aliyên Kurdistanê û welatên cûda nêzî 180 delege beşdar bûn. Endama Heyeta Îmralî ya DEM Partî Pervîn Buldan, senatora berê ya Kolombiya û Muzekerevana aştiyê Victoria Sandino û ji welatên Baskê girtiya berê ya siyasî Kizkitza Gil û San Vicente di nava axaftvanan de cih girtin. Di çarçoveya konferansê de, tevahî rojê xebatên cûda yên atolyeyan wê were li darxistin.

Konferansa ku Rote Fabrîk a li Zurih hatî li darxistin de, di saetên siharê de bi axaftina vekirinê ya siyasetmedar Dîlan Dirayet Taşdemîr destpê kir.

Piştî axaftina vekirinê, bi beşdariya Pervîn Buldan, Victoria Sandino û Kizkitza Gil de San Vicente, panelek bi sernavê ‘Ceribandina Navneteweyî ya jinan di pêvajoyên aşitiyê de’ hate li darxistin.

Pervîn Buldan: Bêyî jinan aştî nabe

Di panela ku bi moderatoriya Prof. Dr. Nazan Ustundag hatî li darxistin de destpêkê endama Heyeta Îmralî Pervîn Buldan mafê axaftinê girt. Pervîn Buldan, bal kişand ser rola bingehîn a ku jin di pêvajoyên aştiyê de dilîzin û diyar kir ku jin herî zêde ji şeran bandor dibin û ji ber vê yekê divê bi awayekî çalak beşdarî pêvajoyên aştiyê bibin.

Pervîn Buldan, behsa astengiyên li pêşiya beşdarbûna jinan di pêvajoyê de kir û got: “Birêz Ocalan girîngiyeke mezin dide û di wê baweriyê de ye ku jin dê di pêvajoya entegrasyona demokratîk de bibin hêzeke pêşeng.”

Pervîn Buldan, diyar kir ku rêxistinbûna jinan a li her qadê dê tevkariyê li aştiyê bike û got: “Em dixwazin aştî bi civakî bibe. Di erdnîgariya me de cihê jinan tune ye. Têkoşîna jinan tê paşguhkirin. Çawa ku Kurd tên înkarkirin û paşguhkirin, jin jî rastî heman zîhniyetê tên. Lê di çaryeka sedsala dawî de bi taybetî di şert û mercên şer de jinên Kurd nîşanî hemû cîhanê dan ku têkoşîna maf a ji bo jinan çiqas girîng e. Yek ji mînakên herî şênber Rojava bû.”

Pervîn Buldan, da zanîn ku di pêvajoya aştiyê de, qonax gihiştiye sererastkirina qanûnan û destnîşan kir ku pêdivî bi misogerkirina mafên jinan heye. Pervîn Buldan, diyar kir ku azadiya jinan şertek bingehîn a aştiyê ye.

Victoria Sandino: Jinên Kurd îlham didin

Victoria Sandino, jî got ku têkoşîna jinên Kurd îlham dide jinên cîhanê û behsa girîngiya rola jinan a di pêvajoya aştiyê ya di navbera hikûmeta Kolombiya û FARC’ê de kir û got: “Jinan, bi taybetî dayîkan, di sererastkirina zirara kûr a şer de roleke diyarker lîstin. Ji bo ku ev ked û tecrûbe di pêvajoyên muzakereyê de were nîşandan, me gelek têkoşîn kir. Lê belê, ev hewldan di rêziknameyên qanûnî yên pejirandî an jî derbasbûyî de têra xwe nehatine nîşandan.”

Victoria Sandino, destnîşan kir ku divê jin di navenda aştiyê de cih bigirin, an aştiya ku pêk were dê kêm bimîne. Victoria Sandino, diyar kir ku tevlîbûna çalak a jinan ji bo aşitiyek mayînde, girîng e.

De San Vicente: Divê Ocalan azad be

Piştre jî endama Tevgera Rizgariya Neteweyî ya Baskê Kizkitza Gil de San Vicente axivî. Kizkitza Gil de San Vicente, axaftina xwe bi daxwaza azadiya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir û behsa rola girîng a ku jinan di têkoşîna Baskê de lîstine, kir.

Kizkitza Gil de San Vicente, diyar kir ku jinan hem di têkoşîna neteweyî de û hem jî ji bo mafên xwe xwe birêxistin kirine. Kizkitza Gil de San Vicente, got ku jin vê pêvajoyê bi rêxistinbûna xwe ya xweser birêve dibin û got ku destkeftiyên ku hatine bidest xistin encama vê têkoşîna domdar e.

Konferans dê tevahî rojê bi panel û atolyeyan bidome.