Li Qamişlo bi merasîmek leşkerî 4’ê Nîsanê hat pîroz kirin
Kongra Star bi boneya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera 14`emîn ya damezirandina YPJ li bajarê Qamişlo şahiyek li darxist.
Qamişlo – Bi boneya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera 14`emîn ya damezirandina YPJ`ê, Kongra Star şahiyek li darxist. Şahî li stadyoma 12’ê Adarê ya bajarê Qamişlo û bi tevlîbûna sazî û rêxistinên jinan, endamên Rêveberiya Xweser, Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û gelê bajarê Qamişlo ve hat li darxistin.
Piştî deqeyek rêzgirtin, merasîmek leşkerî ji aliyê Yekîniyên Parastina Jin YPJ’ê ve pêkhat. Di merasîma leşkerî de li ser navê Fermandariya YPJ Fermandar Newroz Ehmed axivî.
‘Ev şoreş şoreşa jina ne’
Li ser navê Farmandara YPJ’ê Newroz Ehmed axivî û got: “Rojbûna Rêber Apo ne tenê jidayîkbûna kesekê ye, di heman demê de zayîna gelekî ye. Rêber Apo ji bo krîza heyî dîsa çareseriyek dît û li ser bingeha entegrasyona demokratîk pêşkêş kir. Her wiha ji bo çareseriya pirsgirêka jinan jî heman rêbaz pêş xist. Ev çareseriya niha pêşketiye di serî de bi keda Rêber Apo ye. Her wiha gelê me yê berxwedêr ji bo azadiya xwe her tişt kir. Em minetdarên gelên ku li kêleka me sekinîn in. Li Rojhilata Navîn û cîhanê aloziyên derketine herî zêde bandor li jinan kir. Ji ber wê yekîneyên jinan xwe birêxistin kirin. Îro jin di hemû qadên têkoşînê de cih girtin û ev şoreş bû şoreşa jinan. Lê aliyên desthilatdar ku navenda wê mêr e dixwazin jinan di paş de bihêlin. Peyama me zelal e, çawa ku me di her qadên têkoşînê de pêşengî kir, em ê dîsa vê têkoşînê bidomînin. Ji bo Sûriye bibe Sûriyeyek demokratîk hebûna yekîneyên jinan tişteke ku nebe nabe. Xweparastina jinan mafek rewa ye. Hûn dizanin di demên dawîn de jî hevdîtinên me çêbûn, ji bo jin di nava parastinê de cih bigire dê hevdîtin bidomin. Şerên li herêmê jî didin nîşan ku divê em parastin û têkoşîna xwe biparêzin. Ji bo azadkirina hevalên me yên dîl jî têkoşîna me didome. Em soza xwe ya parastina vî gelî, soza me daye şehîdan nû dikin û em ê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin.”
‘Nasname û felsefeya jiyana azad li her deverî belav bû’
Endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hemo li ser girîngî û wateya rojê aivî û got: “4’ê Nîsanê rojbûna hemû jinan û rojbûna Gelê Rojhilata Navîne em vê roja pîroz li Rêber Apo pîroz be. Rêber Apo afrînerê jiyana azad e, afrînerê netewa demokratîke û afrînerê bihara Gelan e. Ev zayînê di gelê Kurd de jî zayînek yê zanabûyîna netewî pêşxistiye. Rêber Apo bi zayîna xwe re zayîna tevahî jinan afirand. Nasname û felsefeya jiyana azad li her deverî belav bû. Ev ruh û têkoşîn azadiyê pêşxist. Pêngava aşitî û civaka demokratîk li her çar parşeyên Kurdistanê ji bo ku gelê Kurd were naskirin. Li hemberî banga aşitî û civaka demokratîk zihniyetekî desthilatdarî heye, dixwazin ku rojên me tarî bikin, êrîşî îradeya gelê Kurd dikin û îradeya jinan na pejirînin. Ji ber vê 4’ê Nîsanê ronahiye li hember tarî bûnê ye.”
Şahî li ber stranên Hîlala Zêrîn û Tev Çand bi gerandina govendê re dawî bû.