Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Divê li dijî sûcê li ser jin û ciwanan tu kes bê deng nemîne
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, der barê teşîrkirina bedena jinên li taxên Helebê li dijî çeteyên girêdayî HTŞ’ê têdikoşin, de daxuyaniyek da û got: “Divê li dijî sûcê li hember jin, zarok û ciwanên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tu kes bê deng nemîne.”
Navenda Nûçeyan- Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), der barê teşîrkirina bedena jinên li taxên Helebê li dijî çeteyên girêdayî Rêveberiya Demkî ya Sûriyeyê têdikoşin, de daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hat diyakririn ku çeteyên tehemulê hebûna gel, bawerî û jinan nakin bi zîhniyeta yekparêz bedena jinê hedef digirin û got: “Yên van êrîşan pêk tînin berdewama zîhniyeta ku jin li Rojava û Şengalê li bazarên koleyan firotine. Niha li Şêxmeqsûd bi destê çeteyan jin tên îşkencekirin û bedena wan tê teşhîrkirin. Vê jî nîşan daye ku ev zîhniyet bi heman kodên xwe di dewrê de ye.”
‘Divê li dijî vî sûcê şer bêdeng nemînin’
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji paşerojê heta îro bi polîtîkayên şerên ku bi destê mêr tê meşandin ewil jin û bedena jinê hedef hatiye girtin. Ev erîş heman demê de bi armanca çewisandina têkoşîna azadiya jinê ye. Li taxên Şêmeqsûd û Eşrefiyê îşkencekirina û teşhîrkirina bedena jinê sûcê şer e. Em bang li hemû rayagiştî ya navnetegweyî û rêxistinên jinan dikin. Divê li dijî vî sûcê şer bêdeng nemînin.”