Li Şengalê çalakiyên ji bo pengavê didome

Li navçeya Zorava ya Şengalê ji bo pêngava “Xwe nekuje her xwe kuştinek fermanek e” belovok hatin belav kirin.

Şengal – Li Şengalê pêngava ku Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li dijî xwe kuştinên ku di nav civaka Êzidî de belav buye, pengava “Xwe nekuje her xwe kuştinek fermanek e” dabû destpêkirin. Ji bo rêveçûna vê pêngavê her wiha zanekirina jin û ciwan di heman demê de civaka Êzidî Meclîsa Jin ya navçeya Zorava yê belavok belav kirin. Endamên meclîsê ji ajansa me re nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku vê pêngavê ji ber şerê taybet ê ku tê meşandin û civak jî dikeve bin bandora van kiryaran dabû destpêkirin. Jinên Êzidî  ji bo ku civaka xwe zane bikin belavok belav kirin.

‘Bi naskirina fikrê Rêber Apo jiyan bi wate dibe’

Endama meclîsa jin a Zorava Yisra qaso diyar kir ku yên ku fikrê Rêber Apo nas dike zane dibe û wiha got; “Ji bo civaka me zane bibe em van belavoka li dijî xwe kuştinên ciwan û jinan belav dikin. Em wek endamên meclîsa jin çi ji destê me were ji bo başiya civaka xwe em ê bikin. Hewildanên me ew e ku civaka me têbigîhîje û xwe nekujin jin û ciwan. Em li dijî van xwe kuştinan in. Her xwe kuştinek ji bo me fermanek e û bi rastî jî bi me vê dide jiyan kirin. Yê ku bi fikrê Rêber Apo re naskirina wê çêdibe jiyana wê jî bi wate dibe. Dawî de jî ez dixwazim bêjim ku êdî bes e van kuştinên kiryarên şerê taybet di nav civaka me ya êzidî ya de pêşdikevin.”

‘Armanca me civaka xwe zanakirin e’

Endamek din ya meclîsa jin a Zorava jî nêrînên xwe anî ziman û destnîşan kir ku heya dawî jî ew e li dijî van kiryarên şerê taybet ê ku li ser civaka Êzidî tên meşandin bisekinin û wiha got; “Em van belavoka belav dikin da ku ev xwe kuştinên ku di nav civaka me ya êzidî de pir zêde bûne bisekine. Her xwe kuştinek ji bo me bi rastî jî fermanek e. ev hemû kiryarên şerê taybet in ku li ser civaka me bi rêyên cûr bi cûr didin meşandin e. Armanca me ya belav kirina van belavoka jî ew e ku bila civaka me fikrê Rêbertî nas bike û ji van kiryaran xwe xilas bike. Em wek endamên meclîsa jin çawa ku em şiyar bûn bi fikrê azad ê Rêbertî re em ê heya dawiyê hewil bidin ku civaka xwe jî şiyar bikin. Em e li hember van xwe kuştina heya dawiyê bisekinin.”