Kongra Star: Bila komîteyeke navnetewî ya lêkolînê bê avakirin
Kongra Star diyar kir ku êrîş û komkujiyên li dijî gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji aliyê komên girêdayî HTŞ'ê yên cîhadîst û piştgiriya wan ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin, sûcên şer in û banga avakirina komîteyek lêpirsînê ya navneteweyî kir.
Navenda Nûçeyan – Komîteya Dîplomasiyê ya Kongra Star derbarê êrîş û komkujiyên ku ji aliyê çeteyên bi piştgiriya dewleta Tirk ve girêdayî Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ve li dijî gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatine kirin, daxuyaniyek weşand. Daxuyanî van êrîşan wekî sûcên şer bi nav dike û daxwaza avakirina komîteyek lêpirsînê ya navneteweyî ji bo lêkolîna wan dike.
Daxuyanî wiha ye:
“Hemû raya giştî dizane ku pênc rojan berxwedaniyeke bê hempa li her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya helebê hate meşandin. Keç û xortên herdû taxan heta hêza xwe a dawî şer kirin û ji bo rûmet, şeref û namûsa gelê kurd çalakiyên canbexşane pêk anîn.
Çeteyên dewleta Turk li ber cavê cîhanê keçên ku ji ber şeref û namûsa xwe şer dikirin bi awayeke tirsonek û hov nêzîkatî raber kirin. Her kes dizane ku ev eşkere sûcê şer e, hovîti ye. Gelê ku li şêxmqasûd li ber xwe da îro dîlgirtî di destê çeteyan de ne û tên qetilkirin. Tên biçûk xistin û bi dehan kes tên revandin.
Bangawaziya me ew e ku bila gelê me ê her çar perçeyên Kurdistanê bi rihê netewî li dijî vê hovîtiyê rabin ser lingan. Em bang li raya giştî û hemî saziyên ku van kiryaran qebûl nakin dikin ku van qetlîamên berdewam rawestînin.
Di heman demê de em dixwazin ku komîteyeke navnetewî ê lêkolînê bê avakirin ku sûcên şer ên li dijî van herdû taxan têne kirin bişopînin. Di heman demê de saziyên mafê mirovan ên navnetewî bi awayeke acîl derbasî van herdû taxan bibe ku rê li pêşiya kiryarên hovane û qetlîman bigrin.”