Şêniyên Mexmûr: Mexmûr û Rojava yek e
Di bin pêşengtiya Tevgera Ciwan (TCM) û Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) de şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê bi armanca şermezarkirina êrişên ser taxên Helebê û piştgirîkirina berxwedana gel meşek girseyî lidar xistin.
Mexmûr - Di bin pêşengtiya Tevgera Ciwan (TCM) û Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) de şêniyên wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr), bi armanca şermezarkirina êrişên çeteyên HTŞ'ê û dewleta Tirk yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û piştgirîkirina berxwedana gel meşek girseyî lidar xistin.
Meş, ji Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir, heta ber deriyê Netewên Yekbûyî (NY). Di meşê de bênavber dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Rojava’, ‘Ey Şehîd Xwîna te li Erdê Na Mîne’, ‘Ciwan Fedayê Gelê Xwe Ne’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin gotin. Piştî ku meş gihişt ber deriyê NY, daxuyaniyek hat dayîn. Beriya daxuyanî were dayîn ji bo tevayî cangoriyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Hevberdevkê Tevgera Ciwanên Mexmûrê Sîpan Yaman axivî.
‘Li Helebê êrişên ji exlaqê şer dûr tên kirin’
Sîpan Yaman diyar kir ku tevî pêvajoya aştî ya ku hatî destpêkirin jî êrişên li ser gelê Kurd didomin û got: “Divê demê de Rêber Apo pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ daye destpê kirin. Divê pêvajoyê de gelê Kurd hem bi gotin hem jî bi pratîkên xwe nîşanî tevayî cîhanê da ku ji bo aştî û civakek demokratîk amede ne. Ji bo vê yekê jî gelek gav hatina avêtin. Lê dewlet Tirk û dostê wî ku wek hikûmeta veguhêz tê binavkirin di 6’ê Çileyê de êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin. Herdu tax bune cihê rumetê ji bo me. Gelê me li wir li hember êrişên wan ên ji exlaqê şer dûr, li berxwe dide.”
‘Mexmûr û Rojava yek e’
Sîpan Yaman girêdanbûna xelkê Mexmûrê yê bi berxwedana gel a li Helebê tê meşandin re anî ziman û ev tişt got: “Gelê me li wir sekna xwe diyar kir û heta dawiyê şer kirin. Carek din em mînaka şerê gelê şoreşgerî li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dibînin. Hêzên dagirker hewl didin destkeftiyên gelê Kurd tinebikin. Em carek din girêdanbûna xwe ya bi gelê xwe yê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re diyar dikin. Mexmûr û Rojava yek e. Em bi berxwedanê gihiştin roja îro û me destkeftiyên xwe parastin. Mînaka vê yekê ya niha jî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ye, li kuderê dibe bila bibe ji bo parastina destkeftiyên şoreşa Kurdistan şehadet be emê şehîd bidin û berxwedan be heta dawî jî berxwedana xwe bidin meşandin.”
‘Em ê bi bîranîna şehîdên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê têkoşîna xwe mezintir bikin’
Sîpan Yaman bal kişand ser bêdengiya li hember êrişan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kesên ku xwe wek parêzvanê mafê mirovan didin nîşandan, bêdeng in. Em bêdengiya wan jî şermezar dikin. Dem dema xwedî derketina xaka Rojava û Kurdistanê ye. Em ê bi bîranîna şehîdên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hêza têkoşîna xwe mezintir bikin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Rojava’ û ‘Ey Şehîd Xwîna te li Erdê Na Mîne’ dawî bû.