Jinên Suweydayê li dijî êrîşên Helebê bang kirin
Li qada Karamayê ya bajarê Suwedayê, bi beşdariya bi dehan kesan bi armanca piştgirîdayîna gelê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê çalakî hate li dar xistin. Çalakî, bi xwepêşandanên hevdem ên li bajarokên Selahedî û Qeryayê re jî hate piştgirîkirin.
ROŞÊL CANYOR
Suweyda - Jin û beşdarên ku tevlî çalakiya li qada Karamayê ya li bajarê Suweydayê ya Sûriyeyê bûn, pankartên ku balêdilkşînin li ser hevgirtina bi gelê Kurd re hilgirtin. Beşdaran, diyar kirin bûyerên ku îro dîmenên, bûyerên ku berê hatine jiyîm tînin bîra wan.
Ev helwesta hevpar, nîşan dide ku rûxmê girêdanên cihêreng ên Sûriyeyiyan, êşên wan dişibin hev û pêdivî bi hevgirtinek ji sînorên erdnîgarî û etnîk derbas dike heye.
‘Ev pêkhateyan ne kêmnetew in’
Raca el-Şûfî ya beşdarî çalakiyê bû, qirkirin û koçberkirina bi zorê ya komên civakî yên cûda ya li herêmê şermezar kir. Raja el-Şûfî, diyar kir ku ew ji ber koçberiya demografîk û êrîşên xwînî yên li dijî gelê Elewî, Durzî û Kurd pir xemgîn in.
Raca el-Şûfî, bang li hemû kesê kir ku ji vê zilm û qirkirinê re bibêjin "na" û destnîşan kir ku karesata hate jiyîn di her koma tê hedefgirtin de mezin dibe. Raja el-Şûfî, da zanîn tiştên li dijî Elewî û li dijî wan hatine kirin jiyan kiriye û niha jî êrîşên hêj girantir li dijî gelê Kurd tê kirin û diyar kir ku ev civak ne kêmnetew e, gelên xwedî raman, ax û dîroka xwe n û nayê qebûlkirin ku zarokên bêguneh ji ber baweriyên xwe bên hedef girtin.

‘Hedegfgirtina Nexweşxaneyan sûcê şer e’
Besme el Karauhneh, diyar kir ku ew ji bo şermezarkirina bombebarankirin, komkujî, hedefgirtina nexweşxaneyan û kuştina zarokan a li dijî kurdên li Helebê, li hev kombûne û got ku divê ev hovîtî bi bêdengiyê neyê pêşwazîkirin. Besme el Karauhneh, banga rawestandina xwînê kir û destnîşan kir ku ew ê hertim hevgirtina xwe bi gelê Kurd re nîşan bidin. Besme el Karauhneh, diyar kir bombebarankirina nexweşxaneyan li hemberê mirovahiyê bêrehm û bêrêzî ye.
Wijdan li ku ne?
Berdevka Meclîsa Jinên Sûriyeyê ya li Suweydayê Esale Aslan, êrîşên li ser sivîlên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê şermezar kir û êrîşan mîna "terorîst" bi nav kir.
Esale Aslan, diyar kir ku jinên Suweydayê li dijî binpêkirinan daxuyaniyek fermî weşandine û destnîşan kir ku jinên Sûriyeyê dê mafên xwe biparêzin û hevgirtinê biparêzin û da zanîn rûxmê belgekirina sûcên komên ku êrîşan dikin jî, rastî tê berovajî kirin.
Esale Aslan, destnîşan kir jiyana bi hişmendiya cîhadîst re nepêkan e û da zanîn jinên ciwan ji avahiyan tên avêtin û zarok rastî tundiyê tên û got: “Kesekî xwedî wijdan nikare bivan koman re bijî. Ez bang li wijdanên mirovî û komîteyên navneteweyî dikim ku tedbîrên lezgîn bigirin. Em dixwazin bi gotina rastiyê mafên xwe vegerînin û jiyanek bi rûmet bijîn. Yekane daxwaza me aştî ye.”