Meclîsa Îştar bi boneya Mîhrîcana 4’ê Nîsanê pîrozbahiyek lidarxist
Meclîsa Îştar bi boneya 18’emîn Mîhrîcana 4’ê Nîsanê ya wargeha penaberan a Mexmûrê pîrozbahiyek lidarxist.
Mexmûr – Li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî, Meclîsa Îştar bi boneya 18’emîn Mîhrîcana Çand û Werzîşî ya 4’ê Nîsanê di roja siyemîn de pîrozbahiyek lidarxist. Meclîsa Îştar bi salane weke kevneşopiyek her tim di roja siyemîn ya mîhrîcanê de ji bo pîrozbahiyê şahî lidardixe.
Beriya ku pîrozbahî destpê bike ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê ji Koordînasyona Meclîsa Îştar Qîmet Nerexî ji bo wateya pîrozbahiyê axivtinek kir.
‘Bi rojbûna Rêbertî re gelê Kurd ji nûve dayîk dibe’
Qîmet Nerexî di destpêka axaftina xwe de rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji gelên azadîxwaz re pîroz kir û wiha got: “Rojbûna Rêber Apo rojbûna gelê Kurd, gelên azadîxwaz û heman demê de rojbûna jinên ku salane hatîne bindestkirine jî. Dîrok û werza ku Rêbertî dayîk bûye werza biharê û meha Nîsanê ye. Ango meha berhem, xweşîkbûn û ji nûve jiyan û avabûnê ye. Bi rojbûna Rêbertî re gelê Kurd ji nûve dayîk dibe, ji nûve xwe ava dike û nas dike. Her wiha ji bo parastina nasnameya xwe têkoşîn û berxwedana xwe xurtkiriye.”
Piştî axivtinê ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan paste hat jêkirin. Dema paste hate jêkirin gelê wargehê dirûşmeya ‘4’ê Nîsanê li Rêber pîroz be’ berz kir. Piştî jêkirina pastê Koma Stêra Zêrîn stranên xwe pêşkêş kir.
Pîrozbahî bi gerandina govendê re dawî bû.