MASHAD’ê êrîş û binpêkirinên li dijî jin û cotkaran li Darfûrê şermezar kir
Rêxistina mafên mirovan MASHAD’ê binpêkirinên RSF’ê li Darfûrê şermezar kir, destdirêjiya li dijî 3 hezar û 396 jinan ku di navbera wan de 809 cotkar û 44 zarok hebûn belge kir. Rêxistinê bang kir ku sûcdar demildest werin darizandin.
Sûdan – Her ku şer berdewam dike, êşa jinan li Sûdanê kûrtir dibe. Tevî bangên lezgîn ên ji bo parastinê yên Netewên Yekbûyî, jin bi pêlên koçberiya bi zorê û tundiya li ser bingeha zayendî re rûbirû ne, di heman demê de bi pirsgirêkên mezin ên weke xirabûna xizmetên tenduristiyê û windakirina debara jiyanê re jî têdikoşin.
Rêxistina Mafên Mirovan MASHAD roja 20’ê Mijdarê, bi daxuyaniyek diyar kir ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) li dijî cotkaran kiryarên weke êrîşa fîzîkî, lêdan, heqaret, biçûkxistin û her wiha wêrankirina bi zanebûn a erdên çandiniyê û berheman, berdana lawiran a nava zeviyên çandiniyê kirine.
3 hezar û 396 jin rastî êrîşa zayendî hatine
Di daxuyaniyê de hat gotin ku berhemên çandiniyê tên talankirin û cotkar bi gef û zextê neçar dimînin berhemên xwe bidirûn û radest bikin. Hat destnîşankirin ku îsal li herêma Darfûrê 3 hezar û 396 jin ku di navbera wan de 809 cotkar û 44 jî zarok rastî êrîşa zayendî hatine.
Di daxuyaniyê de bûyerên li Darfûrê wekî tawanên şer û êrîşên sîstematîk ên li dijî nifûsê bi nav kir, xwest ji berpirsiyaran hesab bê pirsîn û sivîl bên parastin. Tekez kir ku divê sivîl bi riya binpêkirinên li dijî wan weke çek neyên bikaranîn.
Êrîş bûne sedema wêrankirinê
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku divê binpêkirin weke êrîşên li ser ciwanan, biçûkxistin, destdirêjî û zordariya li dijî sivîlan û sûcên tundiya zayendî bên nirxandin. Bangek lezgîn ji bo parastin û berpirsiyariya yasayî ya berfireh hat kirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrîşan ne tenê zirarê dane cotkaran û milkên wan, di heman demê de bûne sedema wêrankirina qada çandiniyê, qelskirina aboriya netewî, windakirina hilberîn û çavkaniyên herêmî û zirarên giran dane kapasîteya aborî û civakî.
Binpêkirin hewldanên ji bo têkoşîna li dijî birçîbûnê têk dibin
MASHAD’ê diyar kir ku ev kiryar hewldanên navnetewî û mirovî yên ji bo têkoşîna li dijî birçîbûn, gihandina alîkariya mirovî û parastina sivîlan têk dibin. Wêrankirina çavkaniyên xwarinê yên herêmî û talankirina berhemên çandiniyê pêdiviyên mirovî zêde dikin, pêwîstiya bi alîkariyê kûrtir dikin û zehmetiyên nifûsê ku jixwe di şert û mercên dijwar de dijîn, dijwartir dikin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev kiryar binpêkirina yasayên mirovî yên navnetewî ye û bi taybetî bal kişand ser bendên der barê parastina sivîlan, milkê sivîlan û hêmanên bingehîn ji bo domandina nifûsê û qedexekirina talankirin, muameleya xirab, tundiya zayendî û zordariyê.
Birçîhiştina sivîlan rêbezeke şer e
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku birçîhiştina sivîlan bi zanebûn rêbazeke şer e tekezî li ser pêwîstiya lêkolîna bûyeran, destnîşankirina berpirsyariyên takekesî û fermandariyê û misogerkirina sûcdar bên ceza nemînin, hat kirin.
Bi berçavgirtina berfirehbûna pîvan û çarçoveya binpêkirinan li herêma Darfûrê, rêxistinê bang li Netewên Yekbûyî, Konseya Ewlekariyê, Konseya Mafên Mirovan û mekanîzmayên navnetewî û herêmî di warê mafên mirovan û yasayên mirovî yên navnetewî de kir ku gavên lezgîn û bi bandor ji bo êrîşên Hêzên Piştgiriya Lezgîn û hevalbendên wan rawestînin biavêjin.
Rêxistinê daxwaza parastina bi bandor a sivîlan, cotkaran û malbatên wan, erd, milk û berhemên wan û parastina wan ji talan, şantaj û zorê û radestkirina bê asteng a alîkariyên mirovî kir. Her wiha diyar kir ku divê pêşî li wêrankirina çavkaniyên xwarin û debara jiyanê bê girtin.
Rêxistinê di daxuyaniya xwe de daxwaza tedbîrên lezgîn ji bo parastina jin, zarokên keç, cotkarên jin û ên dibin hedefa tundiya zayendî kir. Bang kir ku kesên zirar dîtine bigihîjin edaletê, mafê tezmînatê ji bo windayên xwe û ji bo milk, berhem û debara xwe bigrin.