Malda Kûsa hat bibîranîn
Endama Akademiya Jineolojî Malda Kûsa di salvegera 6’emîn a mirina xwe de bi merasîmek li goristana Şercî a bajarê Hesekê hat bibîranîn.

Hesekê - Endama Akademiya Jinelojiyê ya Kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Malda Kûsa di 4'ê Gulana 2019’an de dema li ser kar bû, di encama teqîna mayinek de jiyana xwe ji dest dabû. Teqîn, ji aliyê Şêneyên razayî yên DAIŞ’ê ve li navçeya Holê a Kantona Hesekê hat pêkanîn. Bi boneya 6’mîn salvegera mirina Malda, îro li goristan Şercî ya bajarê Hesekê ji aliyê navenda Jineolojî ya kantona Hesekê, Kongra Star, Hêzên ewlekariya hundirîn Asayîş, Malbat û rêhevalên wê ve bi merasîmek hat bîranîn.
‘Bi rêya jineolojiyê xemgînî û hestên xwe kir tekoşîn‘
Piştî deqeyek rêzgirtin, Berdevka Akademiya Jineolojî Zehrîban Hisên, Malda bibîr anî û wiha got: “Em sersaxî ji malbat û rêhevalên Şehîd Malda re dixwazin. Tu gotin têr nake ku em behsa şehîd Malda bikin, lê Jineolojî fêrî me kir ku çawa em bikaribin hestên xwe bi polîtîk bikin û xemgîniya xwe, hêrsa xwe bikin tekoşîn û li hemberî dijmin bikin çekek ku em wî têk bibin. Xwestin di şexsê Şehîd Malda de Jineolojî hedef bikin, di şexsê wê de xwestin fikir û felsefeya jina pêşeng û bi zanist tekoşîn dike hedef bike lê rêhevalên wê û hemû kesên ku di vê zanistê de cih digrin tola wê hildidin .”
‘Şehîd Malda di fikrê azad de xwe kûr kiribû’
Bi navê Meclîsa Malbatê Şehîdan Emel Ferman destnîşan kir ku dijmin herdem pêşeng û kesayetên zana dike hedef û wiha domand: “Tevî ku Şehîd Malda di temenê xwe yê biçûk bû lê di fikir û ramanê xwe de mezin û xwe kûr kiribû. Dijmin herdem jinên pêşeng û zane dike hedef da ku rê li ber tekoşîna jina azad bigre. Em xwedî zanistek in ku êşên xwe li hemberî dijmin dikin hêz û tekoşîna xwe dewam dikin, emê şopdarê rêka şehîdên xwe bin.”
Endama Koordînasyona Kongra Star Xalîde Botî da zanîn ku Malda ji bo pêşxistina zanista jinê rolek pir girîng lîstiye û nêrînên xwe wiha anî ziman: ”Şehîd Malda di pêşxistina zanista jinê de kedek mezin û pîroz da, keçek ciwan bû û ji bo her jinek ciwan ku bikaribe vê zanistê nas bike kar û xebat dikir. Em sersaxî ji malbata wê dixwazin û emê ked û xeta wê bişopînin heya em xwe bighînin tevahî jinan.”
Merasîm bi dirûşmeya “Şehîd Namirin”, “Jin Jıyan Azadî“ bidawî bû.