`Şer û koçberî mafên zarokan binpê dikin, parastina wan berpirsiyariyekî hevbeş e`

Rêvebriya Ofîsa Parastina Zarokan a Şaredariya Qamişlo Ariya Osman, diyar kir ku şîdet û şer ne tenê ewlehiya zarokan tehdîd dikin, her wiha mafê bingehîn, derfetên perwerdehiyê û jiyana wan a civakî jî dixin xeterî yê.

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem û Duyem, rewşa zarokên sêwî, bêmal û mexdûrên şer bala civaka navneteweyî kişand. Di sala 1924’an de, yekemîn daxuyaniya mafên zarokan hate ragihandin. Di sala 1959’an de Neteweyên Yekbûyî daxuyaniya Mafên Zarokan pejirand û di 20’ê Mijdara 1989’an de jî Peymana Navneteweyî ya Mafên Zarokan hate pejirandin. Ji wê demê ve, 20’ê Mijdarê bû rojeke girîng ji bo bîranîn û girîngiya parastina mafên zarokan.

Şîdeta li dijî zarokan bi lêdana laş ve sînordar nabe, lê şîdeta derûnî, tehdîd, îhmalkirin, îstîsmara zayendî, karê zarokan û zewaca di temenê zaroktiyê de jî dihewîne. Ev şîdet dikare di malbatê, dibistanê û hawîrdora dîjîtal de pêk bê û bibe sedema tirs, xemgînî, kêmbûna baweriyê bi xwe, zehmetiyên fêrbûnê û pirsgirêkên civakî yên ku heta mezinbûnê jî berdewam dibin.

Malbat yekemîn hawîrdora mezinbûna zarokî ye û divê bi evîn, guhdarî û rêzgirtina maf nêzî wî bibe. Her wiha dibistan, saziyên tenduristî, dezgehên qanûnî û rêxistinên civakî pêwîst e bi hev re bixebitin da ku pêşî li şîdetê bigirin, her wiha piştgiriya derûnî û qanûnî ji zarokên mexdûr re peyda bikin. Medya dijîtal jî bi hişyarkirin û belavkirina çanda parastina zarokan dikare roleke girîng bilîze.

Di rewşên nearam de her tim zarok mexdûrin

Di vê çarçoveyê de, Rêveberiya Ofîsa Parastina Zarokan a Şaredariya Qamişlo Ariya Osman, derbarê 20’ê Mijdarê, Roja Cîhanî ya pêşîlêgirtina Şîdeta li dijî zarokan de, ji ajansa me re axivî.

Ariya Osman diyar kir ku şer û krîzên ku li bajar qewimîn, şert û mercên jiyana zarokan guherandine û rê li ber gelek zehmetiyên ku bandorê li pêşketina wan dikin vekirine û destnîşan kir ku koçberî û dûrketina ji hawîrdora xweşnas, zarokan ji hinek mafên bingehîn bêpar dihêle û wiha got: “Di rewşên şer de, dema koçberî çêdibe, zarok carinan ji mafê xwendinê, lîstinê û jiyana di hawîrdoreke aram de bêpar dimînin. Bê guman, ev bûyer bandoreke neyînî li ser rewşa derûnî ya wan dike.”

pêwîst e malbat bi zarokên xwe re alîkar be

Di aliyek din de, şertên dijwar û windahiyên ku zarok di dema şer de rû bi rû dimînin, hewcedariya wan bi piştgiriyeke taybet a derûnî û malbatî zêdetir dike. Ji ber vê yekê, Ariya bal kişand li ser girîngiya têgihiştina dayik û bavan ji rewşa zarokên xwe û danûstandina bi wan re li ser bingeha hezkirin û baldarî û wiha pê de çû: “Di destpêkê de pêwîst e malbat alîkar be û bizanibe çawa bi zarokên xwe re tevbigere û çawa hewcedariyên wan nas bike.”

Ji bo zarokan hinek sazî û navend hatine avakirin

Di çarçoveya berpirsiyariya saziyên têkildar de, Ariya Osman behsa xebatên Ofîsa Lênerîna Zarokan a Şaredariyê û hevkariya bi hinek saziyên din re kir û da zanîn ku avakirina navendên taybet ji bo zarokan gavêk girîng e ji bo dabînkirina şertên lênêrîn, perwerdehî û parastina nasnameya wan û wiha berdewam kir: “Em wekî Ofîsa Lênerîna Zarokan a Şaredariyê û bi hevkariya hinek saziyên têkildar, ji bo zarokan hinek sazî û navend avakirin. Ya girîng ew e ku zarok di civaka xwe de, xwe xwedî nasname bibînin û mafên wan bên parastin.”

Em ji gelek zarokan re bûn cihê dê û bav

Di dawiya axaftinên xwe de, Ariya Osman bal kişand li ser rewşa zarokên ku di encamên şer de dayik û bavên xwe winda kirine, birîndar bûne an jiyana xwe ji dest dane. Ariya diyar kir ku ji bo hinek zarokên ku piştgiriya malbatî winda kirine, saziyên têkildar hewl dane ku cihê lênêrîn û piştgiriyê bigirin û kesên pispor ji bo alîkariya wan bên peydakirin û wiha bibîrxist: “Di rewşên şer de gelek zarok sêwî bûn, birîndar bûn û hinek jiyana xwe ji dest dan. Em ji gelek zarokan re bûn cihê dê û bav û me kesên pispor di warê derûnî û perwerdehiyê de ji bo piştgiriya wan anîn.”