Mala Jinan mekanîzmeyên parastina jinan xurt dike

Rêvebera Mala Jinan ya Qamişloyê Mebrûka Ibrahîm da zanîn ku Mala Jinê parastina herî bi ewle ji jinan re peyda dike û mafên jinan di riya zagonê de diparêze.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo – Jin di civakê de ji tundiya navmalî û zexta civakî bigre heya înkarkirina mafên bingehîn, rastî gelek awayên tundiyan tê. Mekanîzmayên heyî heta çi radeyê di bersivdayîna van dozan de û parastina pratîk yên berbiçav bi bandor in?

Mala Jinan xwedî girîngiyek taybet e, ji ber ku ew yek ji înîsiyatîfên ku hewl didin parastina jinan bi rêya perwerde, ziyaretên malan û semînerên hişyariyê bike ye. Ev perwerde û semîner ne tenê encamên tundiyê çareser dikin, di heman demê de bi bilindkirina hişmendiyê, avakirina baweriyê û peydakirina amûrên pêwîst ji bo parastina mafên jinan û çareserkirina pirsgirêkên wan bi rêbazên qanûnî û civakî yên domdar ji bo pêşîgirtina wê dixebitin. Ev rol deriyê têgihîştinek kûrtir a rewşa heyî ya parastina jinan û bandora hewildanên wergerandina perwerde û piştgirîyê bo guhertinek rast di jiyana jinan de vedike.

Rêvebera Mala Jinan a bajarê Qamişloyê Mebrûka Îbrahîm, mekanîzmayên mala jinan yên ji bo parastina jinê, ji ajansa me re vegot.

Jin beriya 18 salî nikare bizewice

Mebrûka Îbrahîm zehmetiyên ku jin di nava civakê de pê re rû bi rû dimîne diyar kir û wiha got: “Jin di nava civakê de rastî gelek êş û zehmetiyên ji aliyê malbat, hevjîn û malbata hevjîn ve tê. Di nava civakê de gelek adet û kevneşopî hene ku jinan pê ve girêdidin û wê ji mafên wê dûr dixin. Di hin aliyan de jin li dijî jinê radibe, dema ku mêr pirjinî dike ew jî yek ji sedemên ketina jinê ya bingehîn e. Di civakê de bûyerên zewaca di temenê biçûk de pir zêde bibû, çawa ew jina bi temen biçûk dê bikaribe barê mêrekî, yên malbatekê rake? Sedemê van zewacan malbat e. Malbat zextê li wê jina ciwan dike û wê bê îradeya wê dizewicîne. Bi vê zewacê re gelek pirsgrêk derdikevin holê. Di zagona me de jinı temenê wê kêmî 18 salî be, nabe ku bizewice. 18 salî derbas kir, wê demê dikare bizewice. Ji bo ku ew jin bizanibe xwe çawa  bi rê ve bibe û malbateke bi jiyana hevbeş ava bike. Hinek jin hene temenê wan kêmî 18 salan bû, zewicî bûn hertim jiyana wan bi pirsgirêkan derbas dibû, ew jin tên mala jinê, gilî dikin. Dibêjin ku nikarin jiyana zewacê bikşînin yan jî nikarin barê zarokan rakin.”

Ji bo jin û mêran perwerde

Mebrûka Îbrahîm mekanîzmayên parastina jinê di civakê de vegot, anî ziman ku di riya mekanîzmayên wan de gelek pirsgirêkên jinan tên çareserkirin û wiha berdewam kir: “Em ji bo ku van pirsgirêkan di nava civakê de çareser bikin mekenîzmeyên me yên parastinê hene. Em perwerde, semînerên hişyarkirinê û panêlan li dar dixin. Bi riya van mekanîzmayan em parastina jinê di civakê de dikin ku jin karîbe çawa xwe biparêze, hebûn û îradeya jinê çêbibe û ew bi xwe biryara xwe bide da ku jin di cihê biryarê de cihê xwe bigre. Em van perwerdeyan bi riya komîn û meclîsan li dar dixin. Em komînan ziyaret dikin û rojên ku perwerde yan semîner werin lidarxistin eyar dikin, li gor wê komîn tevdigere û jinan kom dike. Dema ku em van perwerdeyan dikin, bi rastî tevlîbûneke jinan a mezin çêdibe. Jin gelek pisgrêkên xwe bi xwe çareser dikin, di van rewşan de hişyarî di nava civakê de pir bi pêş dikeve  û ew tundî û şîdeta ku li ser jinê tê kirin hin bi hin tê rawestandin. Di gelek caran de jî em perwerdeyan ji mêr re jî li dar dixin ku çawa hişmendiya baviksalar ji civakê rabe û ew mêr bi hevjîna xwe re bikaribe jiyanek hevbeş bijî. Perwerdeyên me yên ji mêran re jî sûdeke baş bi xwe re anî û pirsgirêk tên çareserkirin.”

‘Armanca karê me çareserkirina pirsigrêkên jinê di nava civakê de ye’

Mebrûka Îbrahîm da zanîn ku armanca kar û xebatên mala jinê çareserkirina pirsigrêkên jinan e û wiha bidawî kir: “Gelek jin rastî tundiya ji aliyê mêr ve tên. Hin jin hene mudaxeleya herdû malbatan a li pirsgirekên jin û mêr, pirsgirêkan di navbera wan de derdixe. Ji bo wê jî jin tên mala jinan, gilî dikin û hin caran mêr jî li mala jinan gilî dikin. Ji bo ku em van pirsgrêkên wan çareser bikin, rûniştinan ji wan re eyar dikin. Heftiyê sê caran rûniştinên lihevhatinê hene, heta ku ew jin û mêr pirsgrêkên wan çareser dibin û li hev tên, ji bo ku berdan di navbera wan de çênebe. Heger ew pirsgirêk di riya rûniştinên me yên komîteya lihevatinê de çareser nebe, em wan şikayetan dişînin dadgehê. Bi riya dadgehê ew pirsgirêk çareser dibin yan hin caran çareser nabin, hev berdidin. Em weke mala jinan, parastina mafê jinan dikin bi çi awayî be em mafên jinan dibarêzin û heta ku ji me were em ê mekanîzmayên xwe xurt bikin ji bo ku em mafên jinan di civakê de biparêzin. Çi di riya perwerde, semîner, ziyaretên malbatan û panêlan de be. Deriyê mala jinan ji her kesî re vekirî ye. Ne tenê jin em li pirsgirêkên mêran jî guhdar dikin û çareser dikin. Armanca karê me, çareserkirina pirsgirêkên jinan a di nava civakê de ye.”