Li Yemenê ji ber bêcezatî û hilweşîna pergala parastinê qetilkirina jinan zêde dibe

Li Yemenê di salên dawî de, bi pevçûnên didomin û lewazbûna serweriya hiqûqê re, bûyerên kuştina jinan zêde dibin. Li gorî raporên mafên mirovan ên xwecihî û navneteweyî, sala 2025’an li gorî salên din weke sala herî bi xwîn bû.

RAHMA ŞENZUR 

Yemen- Tundiya li Yemenê zêde dibe, pêşîlêgirtina tundiya xwe dispêre zayenda civakî, bi ne sekeftina polîtîkayên hikûmetê, kêmaniyên parastina jinan, paşketina di pêkanîna zagonan de û nebûna mekanîzmaya hesabdayînê raste rast girêdayî ye. Ji ber parçebûna saziyan û otorîteriyê qadek ku bê cezatî normal bûye ava bûye.

Di pêvajoya pevçûnên li Yemenê de, di encama êrîşên rast rast de 2 hezar û 720 jinan jiyana xwe ji dest dane, 375 jin rasterast bi guleyên sekvanî hatine kuştin, 605 jin ji ber mayînan birîndar bûne. 169 bûyerên kuştinê di nava malê û ji aliyê kesûkaran ve,  li navendên binçavkirinê, di serdegirtinan de û di bi zorê koçberiyê de 42 bûyerên tecawizê hatine qeydkirin.

Sûcên ku raya giştî hejandin

Di 18’ê Îlona 2025’an de li bajarê Taîzê Midurê Fona başkirin û kanalîzasyonê Dr. Îftihan el-Meşherî hat kuştin. Ev bûyer bi daxwaza derxistina kiryaran û darizandinê, di pêşengiya jinan de rê li ber protesteyan vekir.

Di 31’ê Îlona 2025’an de Dr. Vefa el-Muhelafî, li navenda Sana li ber buroya dovîzê, li ber çavên ên di rê de derbas dibin û kamareyên ewlehiyê rastî êrîşa sekvaniyê hat. Di meha Çileya heman salê de, berê tevî ku ji ber gefê gilî kiribû, mamoste Nesrîn Edib Aden ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve hat kuştin.

Bûyerek din ku deng vedaye, xwe dispêre sala 2021’ê. Rojnamevan Raşa Abdullah ku di meha 8’an a ducaniyê de bû, li Adenê dema mijarên mirovî dişopandin, di encama teqîna bombeya di wesayîda wê de hat bicihkirin jiyana xwe ji dest da.

Tundî zêde dibe jin bêdeng nabin

Sekreterê giştî yê Komeleya El- Tumuh a ji bo yên nabihîse û aktivîst Îman el-Qudsî, diyar kir ku ji ber pevçûnan binpêkirin û sûcên li dijî jinan, heta binpêkirinên mahremiyetê û cînayetan, li wîlayetên cuda yên Yemenê bi awayekî xeter zêde dibe û got: “Bi taybetî jinên astengdar, di gelek bûyerên bi cînayetê encam dibin, an jî digihîjin binpêkirinên giran, rastî pêkanînên tundiya hişk tên. Hinek ji van bûyeran li yekîne û navendên polîsan tên qeydkirin. Cînayetên jinan di civakê de sosretek mezin ava kiriye, rasterast bandorê li tevgerên jinan dike. Di qada tirsê de gelek aktivîstan ber bi paş ve gav avêtine, li cihê destekê bidin. Gelek deman aktivîst, destpêkê dibin hedefa binpêkirinên bingeha civakê, ev bi demê re vedigere binpêkirinên hovane.”

‘Tundî zêde bûye’

Îman el-Kudsî da zanîn ku ev pirsgirêk bi çend hejmaran diyar nabe û got: “Daneyên ewlehiyê nîşan dide ku di bûyerên tundiyê de zêdebûnek berbiçav heye. Li aliyekê tundî zêde dibe, li aliyê din jî cesareta jinan a hişyarbûnê û gilîkirinê zêde bûye. Sedemê tundiyê, di civakê biçûkxistina jinan e. Hê gelek deman jin piştî mêr di plana duyem de tê dîtin, ev kevneperestî di çand û kavneşopiyan de bi cih bûye, beşdariya perwerde û jiyana civakê ev bi temamî ji holê ranekiriye. Ev jî rê li ber cudakarî, zext û kêmbûna mafan vedike. Di heman demê de bi derketina jinan a qada civakê û daxwaza maf, tundiya ku li ser medyaya dijîtal zêde bûye, bûye yek ji awayê binpêkirinên herî bi xeter. Bi van êrîşan hewl didin jinan bêdeng bikin.”

Îman el-Qudsî îfade kir ku bilindbûna tevgerên jinan û gihîştina jinan a pozîsyonên lîdertiyê, ji aliyê hinek beşên ku difkirin peywira biryargirtinê ya mêran rê li ber bertekan vekiriye û got: “Bi awayek dîrokî jinan bi rola malê ve sînordarkirin, kevneşopiyên ku di malê de mekanîzmayên biryargirtinê di destê mêr de ye, destpêkê ji tundiya bi gotin û piştre fîzîkî û di encamê de li gund, gundewar û hinek deman ji cînayetên hovane re zemîn amade dike.”

Pevçûn û bihêzkirina aboriyê

Peyaner Hana eş-Şercabî destnîşan kir ku ji ber pevçûnên didomin, tundiya li dijî jinan dijwartir bûye û wiha got: “Di têkoşîna li dijî tundiya ku xwe dispêre zayenda civakê de divê rola saziyên eleqeder were çalakkirin. Divê zagon di ber çavan de werin derbaskirin û pêkanîn, ji bo jinan parastineke rast pêkbînin. Jin di bihêzkirina aborî de, têkoşîna li dijî tundiyê û di zêdekirina kapasîteya parastina rûmet û mafan de roleke bingehîn dilîzin.”

Hejmarên ku asta krîzê nîşan didin

Li gorî texmînên Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA), di sala 2025’an de li Yemenê 6,2 milyon jin û zarokên keç di bin xetera tundiya xwe dispêre zayenda civakê de ne. Li herêmên gundewar zêdeyî ji sedî 90 kes ji xizmetên mudaxele û parastin bêpar in.

Tora Azadî û Mafan a Yemenê, ji 2017’an heta Tîrmeha 2025’an li dijî jinan cînayet, êrîş û bi zorê windakirin di nav de zêdeyî 5 hezar û 600 binpêkirinan belge kir. Hat diyarkirin ku ji ber tirsa reşkirinê û bêbaweriya hêzên parastinê, dibe ku hejmar gelek zêdetir bibe.

Li gorî raporên mafên mirovan zêdeyî 40 hezar binpêkirin

Weqfa Bihêzkirina Jinan a Yemenê (YWEF), ragihand ku ji 2015’an heta Mijdara 2025’an li dijî jin û zarokên keç zêdeyî 40 hezar binpêkirin hatine belgekirin. Ev binpêkirin, sernavên kuştin, girtin, êrîş, tecawiz, derketina bi darê zorê û ji derxistina ji kar digre nava xwe.

Di raporê de, hatiye diyarkirin ku di encama êrîşên rasterast de 2 hezar û 730 jin hatine kuştin, 375 bûyerên sekvaniyê, 605 birîndarbûnên ji ber mayînan û 169 cînayetên ji aliyê xizmên xweve hate qeydkirin. Li navendên binçavkirin, serdegirtin û koçkirinê 42 bûyerên tecawizê hatin belgekirin. Ji 4 milyon kesên ji cihên xwe bûne hema bibêje nîvê wan ji jinan pêk tên, 9,6 milyon jin û zarokên keç ketine çembera birçîbûn û nebûna xizmetê.

Ji bo hesabdayînê bang li raya giştî ya navneteweyî hat kirin

Weqfa Bihêzkirina Jinan a Yemenê, diyar kir ku yên hatine belgekirin tenê beşek ji bûyerên qewimîne ye, banga avakirina komîteya lêpirsîna navneteweyî û serbixwe, pêkanîn li hemberî berpirsan, parastina jin û zarokên keç û pêkanîna desteka hiqûqî û psîkolojîk ji bo mexdûran kirin.

Parêzvanên Mafên Mirovan, hişyarî dan ku domandina bêcezatiyê, wê rê li ber tundiya zêdetir veke. Diyar kirin ku di pevçûnên li Yemenê didomin de herî zêde jin zirarê dibînin.