Tirsa ‘îdeolojiya DAIŞ’ê dikare li welatên cîran dîsa derkeve holê’

Parêzer Redîna el-Xetîb ji Suweydayê balkişand ser xetereya belavbûna DAIŞ’ê ya li heremê û hişyariya “Ev îdeolojî dikare li welatên cîran jî ji nû ve derkeve holê” kir.

ROCHELLE JUNİOR

Suweyda - Piştî girtina zîndanên DAIŞ’ê yên li hin deveran, bi taybetî yên ku ji aliyê Hêzên  Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve têne kontrolkirin ji aliyê HTŞ’ê ve hatin girtin, fikarên nû li ser rewşa ewlehiyê li bakurê rojhilatê Sûriyeyê derketine holê.

Ev zîndan ku tê de endamên DAIŞ’ê û malbatên wan hebûn, di bin kontrola QSD’ê de û bi piştgiriya navneteweyî bûn. Lê belê piştî berdana girtiyên DAIŞ’ê ya ji aliyê HTŞ’ê ve, fikarên li ser bandora vê pêşveçûnê yên li ser ewlehiya herêmî, nemaze ji bo Sûriye, Iraq û welatên cîran Tirkiye, Urdun û Lubnan, zêde bûne.

‘DAIŞ gefeke berdewam e’

Parêzer Redîna el-Xetîb ji Suweydayê, fikarên jinên li tevahiya Sûriyeyê li ser navê wan, ji ajansa me re vegot. Redîna  bi bîr xist ku DAIŞ’ê xwe li herêmê wekî hebûneke serbixwe ava kiriye ku di sala 2014’an de xelîfetî ragihandiye. Redîna el-Xetîb wiha got: “Di sala 2015’an de, Neteweyên Yekbûyî DAIŞ’ê mîna komeke terorîst nas kir û di sala 2017’an de, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî biryarek pejirand ku banga vegerandin û darizandina endamên DAIŞ’ê ji welatên biyanî dike. Lê belê, ev biryar wekî ku ji hêla gelek welatan ve tê xwestin nehatiye bicîhanîn û di encamê de, pirsgirêkên qanûnî û mirovî yên di derbarê pêşeroja van kesan de berdewam kom dibin.”

Kamp û zîndan: Prosedûrên qanûnî û bêçalakiya Navneteweyî

Kampên wekî Hol û Roj bi hezaran endamên DAIŞ’ê û malbatên wan ji neteweyên cûda dihewînin. Di van kampan de jin û zarokên girêdayî DAIŞ’ê jî hene. Redîna el-Xetîb da zanîn ku ev kamp di bin kontrola QSD’ê de bûne û wiha domand: “Lê statuya qanûnî ya kesên ku li wir dijîn bi piranî hatiye paşguhkirin. Hewldanên navneteweyî armanc dikirin ku pêvajoyek qanûnî ji bo vegerandina û darizandina wan bidin destpêkirin, lê gelek welatan hemwelatîbûna wan betal kirin, wan bêdewlet hiştin. Vê yekê tenê rewş hîn aloztir kiriye.”

Bandorên ewlehiyê

Di rojên dawî de, bi zêdebûna pevçûnên li Sûriyeyê re, HTŞ’ê dest bi kontrolkirina hin zindanên ku berê di bin çavdêriya QSD’ê de bûn kiriye. Ev yek bûye sedema serbestberdana gelek girtiyên DAIŞ’ê, ku fikarên ewlehiyê yên girîng li herêmê derxistiye holê. Raport nîşan didin ku reva girseyî ya ji zîndanan bûye sedem ku hin girtî ji hêla komên tundrew ve ji nû ve werin wergirtin û yên din jî ji bo Iraqê werin veguhastin.

Vejîna îdeolojiya radîkal

Bi destxistina kontrola van girtîgehan ji aliyê HTŞ’ê ve, herêm aloztir dibe. Li gorî parêzer Redîna el-Xetîb, ev rewş bi bandor dibe sedema vegera îdeolojiya radîkal. El-Xetîb fikarên xwe bi van gotinan anî ziman: “Hebûna hawîrdorek ku îdeolojiya tekfîrî vedihewîne li deverên ku berê ji aliyê DAIŞ’ê ve dihatin kontrolkirin, fikaran li ser vegera êrîşên terorîstî li Sûriye û Iraqê zêde dike. Ev îdeolojî dikare li welatên cîran jî ji nû ve derkeve holê.”

Daxuyaniyên nerast ên trump

Parêzer Redîna el-Xetîb daxuyaniyek berê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump bi bîr xist ku gotibû, “Me piştgirî da QSD’ê da ku alîkariya şerê li dijî DAIŞ’ê bike, lê DAIŞ êdî ne gef e.” Redîna ragihand ku helwesta Amerîkayê li ser guhertinên dawî yên li herêmê, mirov difikirîne û wiha pê de çû: “Ev jî Emrîkayê dike berpirsyar. Her çend DAIŞ bi bandor li hin deveran nemaye jî, îdeolojiya DAIŞ’ê hîn jî gefek cidî çêdike. Mezinkirina zarokan di hawîrdorek radîkal de, bi taybetî jî li kampan, meyleke xeternak e.”

Tirsa belavbûna îdeolojiya radîkal

Yek ji tirsên herî mezin, îhtîmala belavbûna îdeolojiya radîkal a ku ji hêla DAIŞ’ê ve tê temsîlkirin a li herêmê ye. Redîna el-Xetîb destnîşan kir ku ev îdeolojî ne tenê li ser hebûna rêxistinê ye, di heman demê de li ser îdeolojiya ku ev kom hewl didin belav bikin jî hatiye avakirin. Parêzer Redîna balkişand ser van fikaran: “Zarokên ku di hawîrdorek radîkal de mezin dibin, dibe ku di pêşerojê de bêtir meyla wan hebe ku tevlî komên terorîst bibin. Ev yek jî, gefek demdirêj li ser ewlehiya herêmî û cîhanî çêdike.”

Ji DAIŞ’ê zêdetir: Îdeolojiyek

Parêzer Redîna el-Xetîb da zanîn ku DAIŞ ne tenê hebûnek fîzîkî ye, di heman demê de şêwazek jiyanê û şêwazek ramanê temsîl dike û bi van gotinan dawî li nirxandinên xwe anî: “Ev ramanên tekfîrî ne tenê civakê hilweşînin, di heman demê de herêmê dikin civakên nû yên ku ji hêla tirs û radîkalîzmê ve têne kontrolkirin. Wekî din, aloziyên mezhebî û olî li Sûriye û Iraqê dikarin bibin sedem ku ev îdeolojî li herêmê belav bibin.”