Jinên Avustralî: Em bi berxwedana jinên Rojava re ne
Endamên jin ên sazî û rêxistinên li Avustralyayê, piştgiriya xwe ya bi jin û gelên Rojava re bi rêya vîdeoyan bi gotinên wekî “Em ê bi we re di nav hevgirtinê de bin” anîn ziman.
BINEVŞ STÊRK
Navenda Nûçeyan- Li hember êrîşên cîhadîst û çeteyên bi pere yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji çar aliyê cîhanê li hember bêdengiya desthilatiyan, dengê jinan bilind dibe. Ji Avustralyayê jî çend ji van jinan, ji ajansa me re vîdeoyên kin şandin û tê de desteka xwe ya ji bo Rojava û şervanên jin anîn ziman.
‘Ez ji têkoşîna we pir îlham distînim’
Endama encumena bajarê Merri-bek a li Melbourna Avustralya û endama Hevpeymaniya Sosyalîst Sue Bolton, diyar kir ku di heman demê de endama Hevpeymaniya Sosyalîst e û ji tiştên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên bi pêşengiya Kurdan diqewimin, pir îlhamê digre. Sue destnîşan kir ku hewldana avakirina civakek nû li Rojava li ser bingeha sernav, maf û wekheviyê ji bo hemû komên etnîkî, komên olî û jinan, pir îlhamê dide wê û wiha got: “Ez difikirim ku ev di demekê ku rêberên cîhanê hewl didin hêza xwe li ser bingeha nefreta nijadperestî li dijî komên din, komên etnîkî û komên olî di nav civakê de ava bikin de, pir îlhamê dide. Me di heman demê de li Srî Lankayê, li Myanmarê û li dijî Filistîniyan gelek jenosîd dîtiye. Û niha ev li dijî Kurdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diqewime.”
‘Pêwîst e tevahiya cîhanê destek bide gelên li Kobanê û Rojava’
Sue da zanîn ku pêwîst e tevahiya cîhanê hevgirtinek bi gelên li Kobanê û Rojava re nîşan bide û wiha berdewam kir: “Hûn di mafên jinan de pêşeng bûne û hûn dikarin welatên mîna Avustralyayê bi tiştê ku hûn ji bo jinan dikin, bidin şermê. Ji ber vê yekê, bijî Rojava û hevgirtin bi her kesê ku ji bo rizgarkirina civaka xwe li Kobanê şer dike re.”
‘Divê em li kêleka Rojava bisekinin’
Ji Rêxistina Hevpeymaniya Sosyalîst a li Sydneyê Rachel Evans diyar kir ku Rojava yekem şoreşa femînîst, pir-etnîkî û bi pêşengiya Kurdan li ser sînorê Sûriyeyê bûye û wiha got: “Ewê îlham bide jinên li çar aliyê cîhanê da ku li dijî tundiya navmalî û zordariyê li ber xwe bidin. Ji ber vê yekê divê em li kêleka Rojava bisekinin. Em tiştên me yên heyî biparêzin û peyama Rojava li cîhanê belav bikin. Jin, jiyan, azadî.”
‘Em deyndarên wan in’
Edîtora Çepa Kesk a Avustralyayê Pîp Hînman, anî ziman ku dixwaze silavên hevgirtinê bi taybetî ji bo jinên ku niha ji bo parastina Kobanê şer dikin, pêşkêş bike. Pîp Hînman balkişand ser destkeftiyên ku jinan li Rojava bidest xistine û wiha pê de çû: “Wan bi rastî nîşanî cîhanê dan ku projeyek sosyalîst û femînîst çawa dest pê dike. Û ez hîs dikim ku em niha ne tenê ji bo şervanên jin, ji bo her kesên ku beşdarî vê hewldana nû ya girîng û pêşverû ya avakirina siyasetek nû li bakurê rojhilatê Sûriyeyê dibin, spasdar û deyndar in.”
‘Divê hikûmeta me li hember vê zilmê dengê xwe bilind bike’
Pîp Hînman da zanîn ku pêwîst e herkes li hember vê zilmê berteka xwe bîne ziman û wiha got: “Niha, pêwîst e ku hikûmeta me li dijî vê qirkirina bêdawî ya jin, zarok, mêran, her kesê ku niha hewl dide parastina Kobanê bike, serî rake û dengê xwe bilind bike. Em dibêjin Bijî Kobanê, Bijî Rojava û em ê li vir, li Avusturalyayê destek bidin we.”
‘Peyama hevgirtinê ji bo gelê Rojava dişînim’
Endama Hevgirtina Sosyalîst a ku li Sydneyê xebatan birêxistin dike ya bi navê Arlo jî, hezkirina xwe ya ji bo jinên Kurd anî ziman û wiha got: “Peyama hevgirtinê dişînim ji bo gelê Rojava. Bi taybetî ji bo jinên ku şoreşa yekem a femînîst, sosyalîst, ekolojîk û azadiya jiyana jinan diparêzin.”