Koçberên Serêkaniyê: 7 sal in em ji warê xwe dûr in bila şer bi dawî bibe
Koçberên Serê Kaniya ku 7 sal in hatiye dagirkirin, di nava mercên xirab, tunebûna pêdiviyên bingehîn de jiyana xwe didomînin. Bi destpêkirina êrîşan re mercên wan girantir bûn, bê derman, xurek û pêdiviyên jiyanî hewl didin li piyan bimînin.
ZÎLAN ABDO
Hesekê- Êrîşên Heyet Tehrîr el-Şam û komên girêdayî dewleta Tirk ên li ser Kantona Cizîrê didomin. Bi êrîşan re koçberên Serê Kaniyê yên 7 sal in li kampa Waşokanî dimînin, bi zoriyên rojane yên jiyanê, tunebûna xizmetên bingehîn re rûbirû man û mercên zor ên jiyanê bûn duqat.
Di sala 2019’an de ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser bajar bi deh hezaran mirov neçar man ji Serê Kaniyê koçber bibin. Operasyonên ku dubare dibin, dorpêça hikumeta demkî û ji ber ku gelek saziyan alîkariya av, şewate, tibî û xurekê rawestandin, jiyana koçberan duqat zortir kir.
Bi hezazan mirovên ku ji cih û warê xwe bûne, ji mercên bingehîn ên jiyanê bêpar, di konan de ji bo jiyanê têdikoşin. Sermaya demsala zivistanê û bi baranê re, bi sir û seqem, birçîbûn û dorpêçê re tunebûna ewlehî û bêîstîqrariyê, jiyana bi hezaran koçberan anî rewşeke ku nayê derbaskirin.
‘Malên me hatin şewitandin niha jî em di nava dorpêç û bombebaranê de ne’
Jinên koçber ên li kampan diyar kirin ku ew dixwazin bi awayekî bi ewle vegerin malên xwe.
Hediye Şêx Elî Muhemmed a ku heft sal in li kampê dijî wiha got: “Ji ber bombebaran û êrîşan em koçber bûn, malên me hatin rûxandin û tu tiştek me nema. Ji ber ku ev herêm bi ewle bû em li vir bi cih bûn.”
Hediye Şêx Muhemmed bal kişand ku careke din şer dest pê kiriye û da zanîn ku ew her dem ji ber dorpêç û bombebaranê di nava tirsê de dijîn, zarokên wan ji ber dengê bombeyan, nikarin razên û gelek ditirsin.
Hediye Şêx Elî Muhemmed xwest şer, bomberan û rûxandin bi dawî bibe, daxwaza xwe ya vegerê dubare kir û bi pirsa; “Em ê çiqas di vê rewşê de bijîn?” da zanîn ku êdî tehemula wan nemaye.
‘Daxwaza me ya bingehîn vegera bi ewle ye’
Şeha Fenûş Dawûd a dayîka pênc zarokan jî behsa zoriyên ku ji ber êrîşên li ser bajarê Hesekê dikşînin kir û wiha got: “Hevjînên min kêmendam e, gelek kesên nexweş di malbatê de hene. Ez nikarim derman temîn bikim, ji ber bombebaran û şer, nikarim biçim Hesekê. Zarokên min her dem di nava tirs û xofê de dijîn. Dema ku ji bo karekî derdikevim derve ditirsim ku bi êrîşek birîndar bibim. Sê roj in nan tune ye. Em di bin dorpêçeke mezin û êrîşên berfireh de ne. Pêdiviyên jiyanê yên rojane gelek kêm in. Daxwaza hemû koçberan ew e bi awayê bi ewle vegerin malên xwe bal kişand ku divê temînatên fermî çêbibin û wiha berdewam kir: “Em dixwazin vegerên malên xwe lê em ji komên li wê derê ditirsin. Em dixwazin di nava ewlehî, aramî û îstîqrarê de bijîn.”
Koçberî û êşa ku heft sal in didome
Koçbereke din jî wiha dibeje: “Em ji ber şer, bombebaran û êrîşên koçber bûn. Gelek mirov di riyan de hatin kuştin, em di riyên koçberiyê de perîşan bûn. Li kampan ewlehî çêbû lê ji ber destpêkirina şer, em niha di bin dorpêçê de bê pêdiviyên bingehîn dijîn.”
Jina koçber bal kişand ser rewşa nexweş, kesên kêmendam û extiyaran, diyar kir ku hemû malbat di nava xizaniyê de dijîn û tu alîkarî tune ye, bang li saziyên têkildar û rêxistinên mafên mirovan kir û got: “Em dixwazin malzemeyên ji bo germkirinê temîn bikin, zarok di nava sir û seqemê de dijîn. Em dixwazin şer bi dawî bibe û em vegerin malên xwe. Em ji şer westiyan, bi salan e her carê diçin cihekî û êdî em nizanin em ê biçin ku derê. Em dixwazin şer bi dawî bibe, çareseriyek aştiyane çêbige û mercên jiyan bi ewle werin avakirin.”