Îlham Ehmed: Ev lihevkirin qonaxeke nû ye
Îlham Ehmed, diyar kir ku we pabendiya xwe ji bo serkeftina pêvajoya entegrasyonê dubare dikin ku xizmeta yekitiya Sûriyeyê bike, aştiya sivîl xurt bike û qonaxeke nû ya aramî û pêşketinê bide destpêkirin.
Navenda Nûçeyan- Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed têkildarî hevditina ku di navbera hikûmeta demkî li Sûriyê û Hêzên Sûriyê Demokratîk de li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da.
Peyama Îlhan Ehmed wiha ye:
“Em spasiyên xwe yên mezin pêşkêşî welat û rêxistinên navbeynkar, bi taybet Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Fransayê dikin, ji bo hewldanên wan ên bêwestan ên ji bo gihaştina peymanekê di navbera hikumeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ku pêngaveke girîng e ber bi aramiyê ve ye.
Em hêvî dikin ku ew ê di serxistina pêvajoya entegrasyonê de bi rola garantoriyê rabin. Bicihkirina hêzên ewlekariyê, ji bo mîsogerkirina pêvajoyeke entegrasyonê ya berpirsiyar û qonax bi qonax ku hevkariyê misoger dike, rûmeta hemû civakan diparêze û rê li ber pêşketineke adil û hevseng li hemû herêman vedike, girîng e.
Em pabendiya xwe ji bo serkeftina pêvajoya entegrasyonê dubare dikin ku xizmeta yekitiya Sûriyeyê bike, aştiya sivîl xurt bike, qonaxeke nû ya aramî û pêşketinê bide destpêkirin û vegera ewle û birûmet a gelê Efrîn û Serêkaniyê bo herêmên xwe, mîsoger dike.