‘Çareserî bi guherîna hişmendiyê gengaz e’
Binpêkirinên mafan û bêrêziya li dijî cenazeyan, rasterast gefê li aştiya civakê û nirxên rêzdariya mirovan a li hemberî hev dixwe û bi taybetî zirarê dide çanda jiyana bi hev re ya dîrokî ku di navbera Kurd û Ereban de hebûye.
ESMAA MUHEMED
Qamişlo- Li herêmên di bin kontrola leşkerên bi pere yên dewleta Tirk û Heyet Tehrîr el-Şam de binpêkirinên derexlaqî zêde dibin. Di nava van binpêkirinan de îşkenceya li ser cenazeyan, xirabkirina goran, parvekirina wêneyên kuştiyan li ser platformên cuda yên medyaya dîjîtal hene.
Van binpêkirinan, ji nirxên mirovahiyê gelek dûr in û binpêkirina eşkere ya hiqûqa neteweyî û navneteweyî ye. Di heman demê de gefê li aramiya civakê dixwin û bi gotinên nefretê fitneyê gur dikin.
Êrîşên li dijî nirxên olî û exlaqî
Têkildarî mijarê Rêbera Ofîsa Têkiliyan a Konseya Bawerî û Olan Delal Xelîl wiha got: “Rêzdariya li hemberî cenazeyan di hemû olan de xwedî nirxeke mirovî ye. Di kevneşopî û zagonan de wiha ye. Îşkencekirina cenazeyan, xirabkirina goran, kişandina wêne yan jî parvekirina wan, êrîşek li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Ev nêzikatiyên bi vî awayî binpêkirina li dijî nirxên exlaqî yên mirovî û olî ye.”
‘Divê di civakê de hişmendî were avakirin’
Delal Xelîl wiha got: “Nirxên exlaqî û olî tenê xwe naspêrin metnên pîroz, di heman demê de nêzîkatiyên ku sazûmaniya civakê pêk bîne digrin nava xwe. Ji ber vê binpêkirinên bi vî rengî, êrîşên li dijî cenaze û goran, li dijî hemû zagonên mirovî ne. Divê civak, rûmeta miriyan biparêze, ji bo şermezarkirina gotinên nefretê û tundiyê, di civakê de hişmendiyê ava bike û van cureyên tundiyê bi taybetî li herêmên ku di aliyê siyasî û ewlehiyê de rewşa wan hesas e bisekinînin.”
‘Hewl didin çanda tundî û kaosê bi cih bikin’
Delal Xelîl da zanîn ku binpêkirinên niha bi taybet ji aliyê hinek ciwanên Ereb ku desteka xwe ji dewleta Tirk digrin ve tên pêkanîn û got: “Van koman hewl didin bi van çalakiyan çanda tundî û kaosê bi cih bikin û di nava civaka Sûriyeyê de gotinên nefretê belav bikin. Ev sekn bi tamamî bi nirxên qedîm ên civaka Ereb re di nava nakokiyan de ye. Civaka Ereb, bi parastina exlaqê civakê, rêzdariya li hemberî jinan û pêkanîna sazûmaniya civakê tê nasîn. Jin her dem bûne dengê hikûmetê û gel kirine yek. Îro jî ev nirx, ji aliyê endamên ku ji derve hatine, gefê dixwin. Bi vê hewldanê dixwazin dîrok û mîrasa çandê ya civaka Ereb bihejînin.”
Têkiliyên dîrokî û pirrengiya çandî
Delal Xelîl li ser modela bi hevre jiyanê ya dîrokî ya di navbera Kurd û Ereban de diyar kir ku vê yekê bi salan domiya ye û herdu alî beşdarî avabûna civakê bûne, xak, çand û kevneşopiyê parve kirine û got: “Tevî zoriyên siyasî û civakî, parastina aştiya civakê ya di navbera herdu pêkhateyan de, weke hedefek neteweyî ma û şansê me yê herî mezin, pirrengiya çandî û zêdekirina dewlemendiya civakî ye.”
‘Bi hewldan û gotinên xwedî hişmendî agirê vi fitneyê dikare were vemirandin’
Delal Xelîl destnîşan kir ku armanc dikin di navbera civakan de fitneyê gur bikin û got: “Dewleta Tirk û hinek hêzên herêmê, hedef dikin qelşek civakî û rageşiyê ava bikin û bi nêrînên xelet ên dîrokî û siyaseta teng, aloziyan kûrtir bikin. Divê rêveberên civakan, medya û rewşenbîr li dijî van hewldanan derbikevin. Divê zimanê aqilane ku mafên hemû pêkhateyan diparêze û rêzê bide were bikaranîn. Fitneya heyî, ne ji ber pevçûnên çandî û îdeolojîk kûr bûye, ji şertên siyasî û civakî çavkaniya xwe digre û ev jî bi hişmendî, perwerde û polîtîkayên adil dikare were çareserkirin. Peyvên bi hişmendî û sekneke bi biryar û cesaret, dikare agirê fitneyê vemirîne, bêdengî û nermbûn vê krîzê kûrtir dike. Ji bo tundî û nearamî zêdetir kûr nebe divê hemû kes hewldaneke hevpar bikin.”
Delal Xelîl di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Rêzdariya li hemberî cenazeyan, xwedîderketina li nirxên olî, exlaqî û hiqûqî ne bijarteyek e, berpirsyariya bingehîn a mirovî û neteweyî ye. Ev temînata domandina jiyana di navbera van pêkhateyan de ye.”