Li Xezayê zêdeyî 200 xebatkarên alîkariyên mirovî hatin qetilkirin

Hat ragihandin ku li Xezaya bi mehan e di bin êrişan de ye ji 7’ê Cotmeha 2023’an û vir ve, zêdeyî 200 xebatkarên alîkariyên mirovî jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan - Îsraîl ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve êrişên xwe yên li dijî Zivala Xezayê bênavber didomîne. Di daxuyaniya herî dawî ya duh hat dayîn de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 37 hezar û 658’an û hejmara birîndaran jî bû 86 hezar û 237.

Berpirsa Ofîsa Koordînasyona Karûbarên Mirovî (OCHA) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Yasmîna Guerda di civîna çapemeniyê ya heftane ya Ofîsa Cenevreyê ya NY’ê de ji bo rojnamevanan tiştên ku piştî erka xwe ya 3 mehan a li Xezayê dîtiye daxuyand. Yasmîna Guerda diyar kir ku rewşa herêmê ewqas xirab e ku bi hejmaran nayê pîvandin û diyar kir ku gelek kes koçber bûne û gel nikare pêdiviyên xwe yên erzaq, stargeh, tenduristî û yên din bi cih bîne.

‘Cihê bi ewle ji bo tu kesê tune ye!’

Yasmîna Guerda serpêhatiyên xwe yên li Xezayê bi gotinên: “Min çîrokên destpêkê ji kesên yekem bihîst û dît ku wê heta dawiya jiyana min her di hişê min de bimîne” bal kişand ser zehmetiyên ku di gihandina alîkariyên mirovî ji kesên hewcedar re tê kişandin. Yasmîna Guerda, anî ziman ku li Xezayê santîmetreyek jî cihê bi ewle nemaye û got: “Ji 7’ê Cotmeha 2023’an û vir ve zêdeyî 200 xebatkarên alîkariyên mirovî hatin qetilkirin. Li Xezayê herêmeke bi ewle ji bo kesê nîn e.”