Li Xezayê metirsiya lehiyê û kêmbûna alîkariyan zêde dibe

Ajansên NY’ê, hişyarî didin ku rewşa mirovî ya li Zîvala Xezayê xirabtir dibe. Piştî ragihandina operasyoneke leşkerî ya li derveyî "Xeta Zer", li Dêra Belahê pêleke nû ya koçberiyê destpêkir û bi nêzbûna zivistanê re metirsiyên mirovî jî zêdetir dibe.

Navenda Nûçeyan – Pêlên koçberiya bi darê zorê ya li navenda Zîvala Xezayê ya Filistînê berdewam dikin. Piştî biryarên nû yên Îsraîlî yên valakirina herêmê, hezaran malbatên Filistînî careke din neçar dibin ber bi deverên ji wargeh û xizmetên bingehîn bêpar in ve biçin.

Ofîsa Hevrêziya Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA), duh ragihand ku piştî ragihandina operasyoneke leşkerî ya li pişt devera "Xeta Zer", Dêra Belahê ya Zîvala Xezayê gel koçber dibin.

Li gorî raporan, duh serê sibê niştecihên Dêra Belahê ber bi rojava û başûrê rojava ve çûn. Texmînên destpêkê nîşan didin ku zêdetirî 18 hezar kes li herêma bandordayî dijîn. Ev herêm nêzî 2,5 kîlometre çargoşe ye û ji wan kesan nêzî 4 hezar kes li wargehên koçberan jiyan dikirin.

Ofîsa Neteweyên Yekbûyî, hişyarî da ku di encama operasyonên leşkerî de ger avahiyên sereke yên komkirina ava baranê û avên kanalîzasyonê zirarê bibînin an jî rê li ber wan were girtin, wê bibe sedema metirsiya serlêdana avê û lehiyê.

Tomarên Neteweyên Yekbûyî, nîşan didin ku di navbera Kanûna 2023’an û Hezîrana sala borî de, li heman herêmê şeş biryarên Îsraîlî yên koçberkirinê hatine derxistin.

Rêxistinê, tekez kir ku divê rê were dayîn ku sivîlên ji herêmê direvin, malên xwe. Her wiha, divê sivîlên ku dixwazin biçin an jî bimînin, bên parastin û mafê wan ê gihîştina alîkariyên mirovî yên pêwîst were misoger kirin. Her wiha divê sazî û dezgehên mirovî û binesaziya sivîlan bên parastin.

Metirsiya zivistanê ya li ser niştecihên Xezayê

Berpirsê kar a Hevrêzkarê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî ya ji bo pêvajoya aştiyê ya Rojhilata Navîn, der  barê bandora zivistanê ya li ser Zîvala Xezayê de bal kişand ser pêwîstiya lezgîn a peydakirina budceyê ya ji bo operasyonên mirovî û destûrdayîna gihîştina alîkariyên bingehîn. Berpirsê, destnîşan kir ku divê derfet were dayîn ku sivîl bigihîjin deverên ewle yên di hundirê Zîvala Xezayê de.

Banga baştirkirina şert û mercên derxistina nexweşan

Her wiha Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) jî careke din tekez kir ku divê şert û mercên derxistina bijîşkî ya nexweşan a ji deriyê Refahê bên baştirkirin.