Li Xeza krîza mirovî didome: 72 hezar û 63 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Xeza ku dibin bandora şer deye, bînesazî, hilweşiyan, kombûna bi sedan tonê xirbeyan û kêmaniya malzemeyên tibî û avahiyan krîza mirovî kûrtir dike. NY ji bo alîkariya lezgîn û paqijiya xirbeyan daxwaza zêdekirina xwegihandina herêmê dike.
Navenda Nûçeyan- Li Xeza bandorên şer, yek ji felaketa herî mezin a dema nûjen a krîza mirovî derdixwe holê. Li herêma ku bînesazî hilweşiyan de, hate diyarkirin ku bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane, bi sed hezaran kes rû birûyî krîza cidî a mirovîne. Li herêmê kêmaniya malzemeyên tibî û avahiyê tê jiyîn, bi sedan tonê xirbeyan kom bûne.
Di daxuyaniya ji aliyê Dîrektorê Bernameya Pêşeketina Netweyên Yekbûyî (UNDP) ve hatî dayîn de, hate diyarkirin ku saziyên NY banga zêdebûna xwegihandina Xeza kir û hate diyarkirin ku ji bo paqijkirina xirbe û bermahiyan, divê malzemeyên tibî û bicihbûnê bên pêkanîn û divê xebatên tehliyekirina nexweşan bê bihêzkirin. Di daxuyaniyê de îşaret bi pêwîstî bi domandina 7 salan kar û barên rakirina xirbeyên heye kir.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku divê nêzî 370 ton bermahî ji qadên avahiyan bên dûrxistin, ev ji bo kêmkirinan metirsiyên hawirdor û tenduristiyê neçariye. Di daxuyaniyê de rewşa li Xeza wek ‘Yek ji felaketa herî mezin a dema nûjen a mirovî’ bi nav kir.
72 hezar û 63 kesan jiyana xwe ji dest dane
Wezareta Tenduristiya Filsitînê, ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha de 72 hezar û 63 kesan jiyana xwe ji dest dane, hejmara birîndaran jî gihaye 171 hezar û 726’an. Wezaretê da zanîn ku di nava 24 saetan de du cenaze û 11 birîndar anîne nexweşxaneyan.
Tevî peymana agirbestê di meryetê deye, êrîşên hêzên Îsraîl û binpêkirin didome, hate diyarkirin ku ji ber van binpêkirinan bi giştî 603 kesan jiyana xwe ji dest dane û 618 kes jî birîndar bûne.