Li Tûnisê semînera tundiya aborî û devkî ya ku jin dibînin

Di semînera ku ji aliyê Navenda Jinên Ereb ji bo Perwerde û Lêkolînê ve hatibû organîzekirin de, beşdaran bal kişand ser tundiya aborî û devkî ya ku jin dibînin, lê bi piranî nayê dîtin.

ZOXUR MECHREGUÎ

Tûnis – Lêkolînerên Tûnisî gihîştin wê encamê ku lêkolînên zanistî, ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan rêya herî bi bandor in. Ev yek bi riya zextkirina li ser siyasetên giştî pêk tê, ji bo ku bicîanîna yasayên heyî bê misogerkirin. Wan tekez kir ku li Tûnisê, şermezariya civakî û kêmbûna hişyariya yasayî, faktorên sereke ne ku valahiya di navbera metnên yasayî û rastiya li qadê de, berfireh dikin.

Duh semînera dawî ya projeyeke lêkolînê ya derbarê pêşîlêgirtina tundiya li ser bingeha zayendî de, bi dawî bû. Semîner, ji aliyê Navenda Jinên Ereb ji bo Perwerde û Lêkolînê (CAWTAR) ve hatibû organîzekirin. Ev proje beşek e ji lêkolînên berfirehtir û xebatên li qadê, ku armanca wan ji holê rakirina tundiya li ser bingeha zayendî û têgihîştina awayên derketina wê ya di nava malbat, civak û qadên kar de ye. Lêkolîneran encamên lêkolînên ku cureyên cûda û çarçoveyên tundiyê vedigirin, pêşkêş kirin. Di nav vana de mijara ‘Bêdengiya li hember tundiyê’, bandora şermezariya civakî û sazûmanî û taybetmendiyên tundiya devkî û aborî ya li dijî jinên ku di sektora pîşesaziyê de bi taybetî di pîşesaziya hilberîna kabloyan de dixebitin, cih digirtin.

‘Di navbera rastî û yasayê de valahiyeke mezin heye’ 

Parêzer û çalakvana mafên mirovan Sarah Xadir, diyar kir ku tîma lêkolînê ya Parêzgeha Gabesê ku ji lêkolînerekî sereke, profesorekî zanîngehê û parêzerekî pêk tê, biryar daye ku mijara ‘Astengiya Bêdengiyê’ di çarçoveya tundiya li ser bingeha zayendî de lêkolîn bike. Wê diyar kir ku gelek jin rastî tundiyeke giran tên, lê qet serî li rêyên yasayî nadin, an jî gilî li dijî kesên ku tundiyê li wan dikin, tomar nakin. Sarah da zanîn ku di warê sosyolojiyê de, ev diyarde wekî ‘şermezariya civakî’ tê naskirin. Wê tekez kir ku herçend tundî li seranserê Tûnisê hebe jî, ev di civakên muhafezekar de, bi taybetî li parêzgehên başûrê Tûnisê, pir berbiçav e.

Wê her wiha diyar kir ku dibe jinek rastî tundiyeke hişk were, çi di nava malbata wê bi xwe de (ji aliyê mêr, bav, bira an jî dayîka wê ve) be, çi jî li qada giştî be. Sarah Xadir wiha domand: “Lê dîsa jî ew neçar dimîne ku bêdeng bimîne. Ew xwe ji serlêdana polîs an dadgehan dûr digre, ji ber ku ditirse civak wê wekî kesekî ku ‘şermê tîne ser malbata xwe’, ‘sirên malbatê eşkere dike’ an jî ji ‘şandina bavê zarokên xwe bo girtîgehê’ berpirsiyar e , bi nav bike. Ev cureyê tundiya sembolîk, rê li ber jinan digre ku daxwaza cudabûnê (telaqê) bikin. Ev jî, ji ber wê nêrîna biçûkxistinê ye ku civak li hember jinên veqetiyayî heye. Her wiha ji ber wê têgihîştinê ye ku cudabûnê wekî çavkaniyeke şermeke civakî ya kûr dibîne.”

Hevdîtinên li qadê bûyerên şokker derxistin holê. Di nav wan de doza jinekê heye ku hevjînê wê, ji şeva yekem a zewacê ve, bi rêya lêdan û lêdana bi lingan, ew neçar kiriye ku têkiliya cinsî pê re deyne. Sibeha roja din, ew bi xwîn û şopên lêdanê yên diyar vegeriya cem malbata xwe. Lê malbata wê, ji bo ku pêşî li ‘skandalek’ bigre, ew neçar kir ku vegere mala hevjînê xwe. Ew bi salan di nava çerxeke tundiyê de asê ma û di dawiyê de ji hewldaneke kuştinê rizgar bû. Di wê bûyerê de çend caran bi kêrê hatiye birîndarkirin, ku ev yek ji bo wê bûye sedema travmayên giran ên fîzîkî û derûnî.

Raport her wiha balê dikişîne ser têgeha ‘stigmaya sazûmanî’ (stigmaya ji aliyê saziyan ve). Destnîşan dike ku saziyên ewlekarî û dadweriyê, di gelek rewşan de, dikarin ji bo qurbaniyan bibin çavkaniyeke zêde ya stîgmatîzekirinê (biçûkxistin an şermezarkirinê). Di raportê de behsa doza keçeke biçûk tê kirin ku piştî rastî destavêtinê hat, di dema lêpirsînê de rastî heqaretên devkî, gotinên biçûkxer û îmayên ku digotin ‘sedema êrîşê tevgerên wê bi xwe ne’ hat. Ev ezmûn baweriya jinan a bi sîstema dadweriyê, lawaz dike.

Encamên lêkolînê nîşan didin ku cureyeke tevlihev û piralî ya stîgma û tundiyê heye, her wiha ferqeke mezin di navbera bendên "Yasaya Hejmar 58" û rastiya li qadê de heye. Raport pêşniyar dike ku hewldanên hişyarkirinê yên di warên yasayî, destûrî û medyayî de bên xurtkirin û ligel vê yekê, kampanyayên desteka derûnî ji bo qurbaniyan bên organîzekirin.

Taybetmendiya tundiya li dijî jinên karker

Nesrîne Bîn Ebdilcelîl, lêkolînerek di warê yasaya navneteweyî ya giştî de ye. Nesrîne, diyar kir ku wê ligel hevkarên xwe Lamîa Senanî û Dorra Souîh, lêkolînek li ser jinên ku di sektora pîşesaziyê de, bi taybetî di pîşesaziya hilberîna kabloyan de dixebitin, pêk anîne. Ev xebat bi hevkariya Navenda Jinên Ereb ji bo Perwerde û Lêkolînê (CAWTAR) û komeleya Tûnisî ya bi navê "Awladna (Zarokên Me)” hatiye kirin. Ev komele her wiha rêvebiriya stargeha "Lalla Qamra" dike ku ji bo jinên bûne qurbaniyên tundiyê, hatiye veqetandin.

Nesrîne wiha got: “Sedema vê lêkolînê ew bû ku di sektora pîşesaziyê de behsa mijara tundiyê nayê kirin, ev yek berevajî wê balê ye ku li ser tundiya di sektora çandiniyê an jî di nava malê de tê dayîn. Komên nîqaşê yên destpêkê eşkere kirin ku dema karkerên jin di sektorên din ên pîşesaziyê de (wekî tekstîl, hilberandina xwarinê û dermanan) bi zelalî wê tundiya ku rûbirûyê wê dibin didîtin, jinên ku di sektora kabloyan de dixebitin, rewşên binpêkirina mafan an tundiya li ser bingeha zayendê, wekî tiştên bi temamî normal bi nav dikirin. Ev encam bû sedem ku tîma lêkolînê qonaxeke duyemîn a kûrtir pêk bîne. Di vê qonaxê de 6 mêr û 6 jinên ji heman sektorê, şêwirmendekî yasaya kedê û aliyên pêwendîdar ên di nava kargehan de, cih girtin.

Normalîzekirina tundiya aborî û zehmetiyên gihîştina qadê

Lamîa Senanî, rêvebera stargeha "Aman" a ji bo jinên ku rastî tundiyê hatine ya li parêzgeha Sousse ye. Ev stargeh, bi hevkariya komeleya Tûnisî "Awladna" û nûnertiya herêmî ya karûbarên jin û malbatê li Sousse tê birêvebirin. Lamîa diyar kir ku karkerên jin ên di sektora hilberîna kabloyan de, pir caran kiryarên tundiyê wekî perçeyek xwezayî yê şert û mercên karê xwe dibînin. Wê diyar kir ku heqaretên devkî wekî amûrek ji bo sepandina dîsîplînê tên dîtin û ev agahî dan: “Her wiha xebata zêde ya mecbûrî, sînorkirinên li ser bikaranîna odeyên guhertina cilan û demên bêhnvedanê yên ku bi deh deqîqeyan sînorkirî ne û pir caran bi qîrîn û hewarê re tên kirin jî, hene. Karker pir caran ji ber pêdiviyên aborî, ji bo dabînkirina hewcedariyên zarokên xwe an jî ji bo teserûfa lêçûnên zewacê, van şert û mercan qebûl dikin.”

Lamîa Senanî destnîşan kir ku ev binpêkirin tundiya aborî jî dihewînin û wiha bidawî kir: “Wek mînak, dayîna mûçeyên di bin asta mûçeya herî kêm a garantîkirî (SMIG) de, xebata bê qeyd û bê ewlehiya civakî û nepejirandina nexweşiyên pîşeyî an qezayên kar ku carinan ev qezayên kar ji betlaneya salane ya karkeran jî tên jêbirin. Di hin rewşan de, piştî qezayekê, kardêr lêçûnên dermankirinê didin û destûrê didin karkerê ku mûçeya wê tê dayîn. Lê di heman demê de bi qestî bûyerê ji "Fona Neteweyî ya Bîmeya Tenduristiyê" (CNAM) re radighînin. Tîma min ji bo şikandina bêdengiyê dest bi çalakiyekê kir û rûniştineke danasînê li dar xist da ku encamên lêkolînê pêşkêş bike. Di vê çalakiyê de nûnerên saziyên giştî, mufetîşên kar, endamên parlamentoyê, nûnerên civaka sivîl û xwendekar amade bûn. Her wiha, wan vîdyoyeke hişyarkirinê ji bo medyaya civakî amade kirin, ku ev vîdyo paşê veguherandin peyameke dengî jî da ku di radyoyên herêmî de bê weşandin.”