Li Cezayîrê Yekîneya Çavdêriya Sîber hat avakirin
Ji bo ku xeterên sîber li ser zarokan werin kêmkirin, Saziya Pêxistin û Parastina Zarokan a Netewî yekîneya çavdêriya sîber ava kir. Armanc ew e ku pêşî li xeteran were girtin û mekanîzmayên parastina zarokan bihêztir bibin.
Cezayîr – Bi wesîleya Roja Zarokan a Cîhanê ku her sal 20’ Mijdarê tê pîrozkirin, li Cezayîrê ji bo parastina zarokan ji êrîşên sîber û naverokên xirab ên dîjîtal yekîneya parastina sîber hat avakirin.
Di îlankirina avakirina yekîneyê de çalakiya bi sernavê “Ji bo zarokan pêşeroj” de digel nûnerê UNICEF’ê yê Cezayîrê, ji yekîneyên ewlehiyê û nûnerên saziyên civaka sivîl beşdar bûn.
Aida Mechrî, di çalakiyê de axivî û diyar kir ku parastina zarokan ji xeterên dîjîtal berpirsyariyeke hevpar e, bal kişand ku ji bo vê yekê jî divê di navbera sazî û dezgehên cuda de koordînasyoneke bihêz were avakirin. Her wiha bal kişand ku pêdivî bi nêzikahiyeke proaktif a şopandin, pêşîgirtin û mudaxeleyê heye, ji bo vê jî divê kampanyayên hayjêbûnê ji bo zarok û malbatên wan were zêdekirin.
Yekîneya Çavdêriya Sîber
Di çarçoveya danasîna vê mekanîzmaya nû de, di bin banê Saziya Pêşxistin û Parastina Zarokan a Netewî de der barê "Yekîneya Çavdêriya Sîber" de pêşkêşiyek hat kirin. Di pêşkêşiyê de hat diyarkirin ku ji bo gefên dîjîtal ên li ser zarokan werin astengkirin divê mekanîzmayên mudaxeleyê werin pêşxistin û hat diyarkirin ku avakirina yekîneyê ji bo pirsgirêkên zordariya sîber, îstîsmara dîjîtal û naverokên xirab gaveke girîng e.
Îsal di çalakiyên pîrozkirina Roja Zarokan a Cîhanê de bal hat kişandin ku divê mekanîzmayên parastinê li gorî guherîbên teknolojik werin pêşxistin. Rewşa heyî nîşan dide ku mafên zarokan tenê bi aliyê tendiustî, perwerde yan jî malbat û dibistanê ve bi sînor nîn e; bi taybetî qada dîjîtal ku di roja me de bûye perçeyek sereke di jiyana zarokan de jî bikeve nava mijara parastinê.