Li Tûnisê 2025: Li ser mafên jinan û civaka sivîl zext domiyan

Li Tûnisê di warê mafên jinan û qada civaka sivîl de, di sala 2025’an de zext zêde bûn xebatên komeleyan hatin rawestandin lê aktivîstên jin tevî girtin û şîdetê jî têkoşîna ji bo parastina mafên jinan didomînin.

ZIHÛR EL-MEŞREQÎ

Tûnis – Sala 2025’an ji bo jinên Tûnisê, hêsan derbas nebû. Ev sal, bi sînorkirinên di mijarên qadan û qanûnî de derbas bû, biryarnameya bi Hejmara 54’an a yek ji qedexeyên herî diyarker re dengê aktîvîstan hat birîn û bi biryarnameya bi Hejmara 88’an re xebatên komeleyan hatin sînordarkirin. Komeleya Jinên Demokratîk a Tunisê û Dengê Jinan hatin girtin, vê yekê nîşan da ku hewl didin dengê jinan bibirin.

Hikûmetê, armanc kir ku jinên rastî tundiyê tên, jinên karker, cotkar bêdeng bike û mafê edaletê ji bo jinên hatine qetilkirin asteng bike. Li welat di nava salek de nêzî 30 jin hatin qetilkirin.

Komeleyên jinan sala 2025’an mîna sala herî dijwar ku zextên li dijî aktîvîstên civaka sivîl û parêzvanên azadiyê zêde bûn û parêzvanên mafên jinan hatin tawanbarkirin, bi tundiyê hatin etîketkirin û ji aliyê civaka mêrên serdest ve bi tundiyê derbas bû, pênase dikin.

Sala 2025’an ji bo jinan saleke hêsan nebû rêjeya tundiyê zêde bû

Li gorî Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê, bûyerên tundiyê yên di sala 2024’an de 580 bûn, di sala 2025’an de gihîştin hezarî. Komeleya Dengê Jinan, ragihand ku di sala 2025’an de 27 jin hatin qetilkirin. Li gorî daneyên Wezareta Malbat û Jinan, ji sedî 70 bûyerên tundiyê yên hatine ragihandin rastî astengiyan hatine û her wiha jin rastî zextekî ku tundiya li dijî wan bi rêya gotinên olî û civakî rewa dikin hatin.

Hedefa girtina Tevgera Jinan bû lê berxwedan didome

Aktîvîsta Jinan û nûnera Komeleya Lina Ben Mehnî Henda El-Şhnavî, diyar dike ku tevgera jinan bi awayekî pergalî bi qanûn û siyasetê ku bi gotinekî nefretê gur dike û jinan bi xiyanetê sûcdar dike re tên hedefgirtin. Henda El-Şhnavî, da zanîn ku baweriya bi edalet û dadweriyê winda bûye û qanûn ji bo qelskirina parêzvanên mafên jinan tên bikaranîn û got: “Hiqûq veguheriye amûrekî serxwebûna civaka sivîl a ji bo jinên ku rastî tundiyê tên têdikoşe, asteng dike."

Henda El-Şhnavî, diyar kir jin, tevî hemû astengiyan jî ji bo şoreş, rûmet, edaleta civakî û azadiyê berxwedana xwe didomînin û wiha axivî: “Pêkanînên îsal ên mîna cemidandina çalakiyên komeleyan û girtina parlamento û saziyên giştî, polîtîkayekî herî xeternak û nû ya astengkirina tevgera jinan bû. Tevî ku cudahiyên îdeolojîk û hewildanên me yên siyasî cuda bin jî, divê em bibin yek û bi hev re li dijî pergala zextker têbikoşîn.”

Em daxwaza berdana wan û vegerandina rûmeta wan dikin’

Henda El-Şhnavî, da zanîn hemû jin û komeleyên xwedî meylên îdeolojîk ên cuda qebûl dikin ku gefek mezin li ser xebata civaka sivîl heye û ji bo eşkerekirina van polîtîkayên zextker li hev dicivin. Henda El-Şhnavî, trajediya ku parêzvanên mafên jinan ên alîkariya koçberên ji Başûrê Sahrayê ji bo Tûnisê koçberbûne kirin, girtiyên siyasî rû bi rû man bi bîr xist û wiha got: “Em wek parêzvanên mafên jinan, daxwaza berdana wan û vegerandina rûmeta wan dikin, ji ber ku ew parçeyekî yekgirtî ya tevgerek şoreşgerî ne ku ji bo azadiyê têdikoşin. Her wiha divê ji bo koçberan rêz bê girtin û mîna kesên ku li sînorên me jiyana xwe ji dest dane bên rûmetkirin."

Henda El-Şhnavî, daxwaz kir ku hemû sînorkirinên li dijî xebatên komeleyan werin rakirin û astengiyên li pêşiya tevgera jinan bên rakirin û daxwaza berdana aktîvîstên tevgerên siyasî, sivîl, maf û jinan kir.

Têkoşîna jinan û berxwedana rojnamevanan

Rojnamevan û parêzvana mafên jinan Yasira El-Bilalî, diyar kir ku salên dawî ji bo jinên Tûnisî salên herî dijwar û bi êş bûn û balkişand ku cînayetên jinan zêdebûne û hemû cûreyên tundiyê belavbûnê û ev yek jî ji zehmetiyên ku jin di gihîştina edaletê de pê re rû bi rû dimînin, çavkanî digre.

Yasira El-Bilalî, destnîşan kir ku komeleyên jinan pir caran bi sînorkirinan re rû bi rû dimînin, xebatên wan ji bo mehek hatiye rawestandin û xebatên wan hatine astengkirin. Yasira El-Bilalî, diyar kir piştgiriya darayî ya ji bo komeleyên jinan hatiye qutkirin û ev yek bi awayekî cidî gef li domdariya karê wan dixwe.

‘Rojnamevanên jin rastî astengiyên mezin hatin’

Yasira El-Bilalî, da zanîn rojnamevanên jin jî îsal bi zehmetiyên girîng re rû bi rû mane û wiha axivî: “Rojnamevanên ku di vê qadê de dixebitin neçar mane ku bêyî tedbîrên ewlehiyê û bêyî kartên çapemeniyê yên profesyonel bixebitin. Rojnamevan û parêzvanên mafên jinan di nava kêmbûna azadiyan û têkoşîna li dijî tundiyê de ji bo parastina ewlehiya xwe û di bicihanîna erkê xwe ya eşkerekirina rastiyê de zehmetiyan jiyan kirine. Dema rojnamevanan li ser mafên jinan nûçeyan çêdikirin û pirsgirêkên jinan danîn ziman, bi gelemperî hate gotin çîrokên ku bi nêrîna fermî ya dewletê re nakok in pêşkêş dikin. Ev rewş pirsgirêkên tevlihev ên bandorek neyînî li ser jiyana jinan dikin, kûrtir dike.”

Yasira El-Bilalî, di dawiya axaftina xwe de diyar kir rawestandina xebatên "Komeleya Jinên Demokratîk" û komeleyên "Dengên Jinan", alîkarî girtina kesên rastî tundiyê tên zehmet kiriye û ev rewş jiyana jinan dixe nava xeteriyê û got: “Nebûna raporkirina bûyerên tundiyê ya ji aliyê rojnamevanên jin ve dikare bibe sedema zêdebûna vê çerxa tundiyê.”

Zextên li dijî civaka sivîl û tevgerên jinan

Seroka Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê Reja El-Dahmanî, da zanîn komeleyên mafên jinan him ji ajiyê civakî û him jî ji aliyê siyasî ve qeyranek cidî dijîn û wiha axivî: “Komeleya me ya di sala 1989’an de hat damezrandin, di têkoşîna xwe ya li dijî zextan de rastî gelek astengiyan hat. Piştî rawestandina xebatan a ji bo mehek, kampanyaya navneteweyî ya di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de gavekî girîng bû jî, hate asteng kirin.”

Lêbelê, tevî van hemû zehmetiyan jî Reja El-Dahmanî û aktîvîstên din ên jin destnîşan kirin ku ew ê têkoşîna xwe ya ji bo parastina mafên jinan û mîsogerkirina azadiyê bidomînin.

‘Tevî hemû zehmetiyan jî berxwedana parêzvanên mafên jinan didome’

Reja El-Dahmanî, di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn zext hêj didomîn û wiha got: “Xebatên komeleya me li ser bingeha biryarek siyasî ji bo mehek hatin rawestandin û ev yek beriya destpêkirina kampanyayek navneteweyî ya ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan pêkhat. Ev rewş ji bo aktîvîstên komeleyê dibe sedema dijwariyek mezin. Rawestandina xebatan, bû sedema rawestandina xebata dabînkirina piştgiriyê ya têkildarî tundiya li dijî jinan, jinên girtî û komên din ên rastî tundiyê tên. Lê tevî hemû zehmetiyan jî, berxwedana parêzvanên mafên jinan didome û parastina pirsgirêkên rastîn ên jinan didomînin û di têkoşîna li dijî hemû paşketinan de bibiryar in.”

Reja El-Dahmanî, da zanîn ew ê bê westan ji bo parastina mafên jinan û hemû welatiyan xebatên xwe bidomîn.

‘Girtina jinan ji ber fikir û helwestên xwe yên siyasî nayê qebûlkirin’

Reja El-Dahmanî, diyar kir bi taybetî jinên girtî yên fikrî û girtiyên siyasî di girtîgehan de tên ragirtin û aktîvîstên jin parastina mafên wan didomînin û ji bo berdana hemû jinan têbikoşîn. Reja El-Dahmanî, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Em qebûl nakin ku jin tenê ji ber fikir û helwestên xwe yên siyasî di girtîgehê de bin. Em nikarin Tûnisa mîna welatekî xwedî paşerojek şoreşger, ji ber fikrên xwe heps bikin.”

‘Di sala 2025’an de zêdetirî 20 aktîvîstên jin ketin girtîgehê’

Zanyara civakî û aktîvîst Fathia El-Saidî ya ji Komeleya Jinên Demokratîk jî, diyar kir ku piştî girtina Parlamentoya Tûnisê ya di 25’ê Tîrmeha 2021’an de, tevgera jinan li şûna parastina mafên jinan, paşveçûnên mafên jinan jiyan kir. Fathia El-Saidî, wiha got: “Bi taybetî guhertinên di qanûna hilbijartinê de prensîba "wekheviya zayendî" ya ji bo temsîliyeta jinan di jiyana siyasî û giştî de destkeftiyek girîng e, ji holê rakir.”

Fathia El-Saidî, diyar kir tevî hewldanên berdewam ên ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê jî, îsal şahidiya zêdebûna tundiya siyasî ya li dijî jinan kir. Fathia El-Saidî, destnîşan kir tevî bendên Qanûna Hejmara 58’an a 2017’an yên têkildarî têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan jî, îsal zêdetirê 20 aktîvîstên jin tenê ji ber parastina dikir û mafên xwe di girtîgehê de ne. Fathia El-Saidî, diyar kir ku ev rewş bûye sedema paşve vekişîna zêdetir a jinan û revîna bi awayekî azadî îfadekirina ramanên xwe.

‘Di mijara temsîliyeta jinan de paşketin çêbû’

Fathia El-Saidî, axaftina xwe wiha domand: “Jin li gorî salên şoreşê kêmtir di qada giştî de cih digrin û jin hêj di bin xeteriya hepskirina nava malê de ne. Her wiha jin di mijara temsîliyeta jinê de paşketinek mezin jiyan kir. Dema ku di sala 2014’an de temsîliyeta jinê ji sedî 33’ê bû, ev rêje di hilbijartinên şaredariyê yên 2018’an de bû ji sedî 44. Lêbelê ev destkeftî niha bi tevahî ji holê rabûye. Wekheviya zayendî, stratejiyek herêmî bû ku jin dikaribûn bi awayekî çalak beşdarî siyasetê bibin. Îro bi tevahî beşdariya jinan a ji bo siyasetê hatiye astengkirin û ev rewşeke pir xemgîn e.”

‘Rawestandina xebatên komeleyan jinan sînordar dike’

Fathia El-Saidî, diyar kir ku rawestandina xebatên komeleyên jinan, cihgirtina jinan a di qadên giştî û sivîl de dijwartir kiriye û jinan neçar kiriye ku li şûna beşdarbûnê, paşve vekişin. Fathia El-Saidî, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Bîjîjkên ku bi pispor û komeleyên ku li jinên rastî tundiyê hatine guhdar dikin re hevkariyê dikin, ji ber tirsa windakirina karên xwe ji xebata civaka sivîl vedikişin. Ev gef hebûna jinan a di qada giştî de û beşdariyên wan ên ji bo civaka sivîl bêhtir qels dike û ev yek rewşeke xeternak e.”