Zanîngeha Tehranê ya Îranê girtinên xwendekaran şermezar kir
Yekîtiya Xwendekarên Îsalmî ya Zanîngeha Tehranê û Zanistên Tibê, bi daxuyaniyekî mudaxeleya li dijî xwepêşandana 29’ê Kanûnê şermezar kir û daxwaza berdana kesên hatine girtin kir.
Navenda Nûçeyan – Yekîtiya Xwendekarên Îsalmî ya Zanîngeha Tehranê û Zanistên Tibê, îro daxuyaniyek weşand û tundî û girtinên hêzên ewlehiyê ya di dema xwepêşandana 29’ê Kanûnê de şermezar kir. Yekîtiyê, daxwaza demil dest berdana xwendekarên girtî û rawestandina lêpirsînan kir û daxwaz kir ku rêveberiya zanîngehê "bi têkilî danîna rasterast a bi xwendekaran re û kêmkirina aloziyê hawîrdorek diyalogê ya bi bandor biafirîne."
Di 29’ê Kanûnê de, xwendekar û hinek komên sendîkayan beşdarî xwepêşandanên li Zanîngeha Tehranê bûn. Hêzên ewlehiyê kampûsan dorpêç kirin û Şahîn Shokoohî, Aref Hadî Nejad û Mobîna Amîniyan jî di nav de hinek xwendekaran girtin. Xwepêşandan belavî Zanîngehên Şerîf Sanayî û Amîr Kebîr jî bûn. Xwendekaran li dijî qeyrana aborî û zêdebûna bihayan dirûşmeyan berz kirin. Mudaxeleya ewlehiyê diyalogê sînordar kir û girtinan fikaran avakir.
Aktîvîstên xwendekaran, ragihandin ku ew ê heta rewşa kesên ku hatine girtin zelal bibe û mafên wan ên qanûnî bên mîsogerkirin, şopandina qanûnî û medyayî bidomînin. Malbat û parêzeran, daxwaza destûra hevdîtina bi girtiyan re û bidestxistina agahdariya der barê tenduristî û cihê wan de kirin. Rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî jî, diyar kirin ku wê girtin zêde bibin û balkişandin li ser xetera mudaxeleya bi darê zorê.