Li Xezayê ji destpêka şer ve 650 jin hatin girtin
Raporekî hevpar a hate weşandin, asta binpêkirinên Îsraîlê yên li dijî girtiyên Filistînî radixe berçavan; girtin, îşkence û bûyerên bêpar hiştina ji xizmetên tenduristiyê, bi şerê domdar a li Xezayê û windahiyên mirovî yên giran re hevdem zêde dibe.
Navenda Nûçeyan – Di tevahiya sala 2025’an de rayedarên Îsraîlê, li dijî Filistîniyan polîtîkayên xwe yên zextker zêde kirin. Li gorî daxuyaniyên rêxistinên mafên mirovan, 7 hezar kes hatin girtin û 32 girtiyên Filistinî jî li girtîgehên Îsraîlê jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî rapora hevpar, ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve ji bilî kesên ku li Xezayê û deverên dagirkirî hatine girtin, Îsraîlê hezar û 655 jê zarok û 650 jê jin zêdetirê 21 hezar Filistînî hatin girtin. Li gorî raporê, tenê di sala 2025’an de 600 jê zarok û 200 jê jin nêzî 7 hezar kes hatin girtin û ev yek jî hejmara girtiyên li girtîgehên Îsraîlê kir 9 hezar û 300 kes.
Li gorî rêxistinên mafên mirovan, di sala 2025’an de 32 girtî jiyana xwe ji desy dan û ji wan 10 kes ji Xezayê bûn. Hejmara kesên ji destpêka şer û bir ve gihişt 100 kesan û ji 86 kesên hatin ragihandin 83 kes ji ber îşkence, muameleya xerab û nebûna xizmeta tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan. Di raporê de hate destnîşan kirin ku Îsraîlê girtîgehên xwe veguherandiye "odeyên îşkenceyê yên plankirî" û hucreyên yekkesî, darvekirinên hêdî û bêparkirina ji pêdiviyên bingehîn pêktîne. Hate diyar kirin ku zarok jî ji vê yekê bandor dibin.
Di raporê de hate diyar kirin ku girtî bi awayekî dem dirêj bêyî sûcdarî an jî darizandina adilane tên girtin, polîtîkayên windakirina darê zorê didomîn û ji hevdîtinên malbat û parêzeran bêpar tên hiştin. Hate diyar kirin ku jin û zarok jî di nav de 80 kesên hatine berdan, ji nû ve hatine girtin. Ev binpêkirin bi şerê ji Cotmeha 2023’an vir ve li Xezayê didome re hevdem qewîmin û şer bû sedema piraniya wan jin û zarok mirina nêzî 71 hezar kes û birîndarbûna zêdetirê 171 kesan.