Li Darfûr û Xezayê birçîbûn û binpêkirinên li dijî zarokan zêde dibe

UNICEF’ê ragihand ku di sala 2025’an de, li seranserê cîhanê jiyana bi mîlyonan zarok ji ber birçîbûn, şer û nexweşiyan di bin gefê de bû.

Navenda Nûçeyan – Rapora salane ya UNICEF’ê ya 2025’an, diyar kir ku zarokên li herêmên pevçûn ên mîna Ukrayna, Sûdan û Xezayê, bi xetereyên ku gef li jiyana wan a rojane dixwe re rû bi rû ne. Her wiha di mehên havînê yên îsal de li hinek herêmên Darfur û Xezayê, bûyerên birçîbûnê hatin tomar kirin.

UNICEF’ê, di daxuyaniya xwe ya 30’ê Kanûnê de diyar kirin ku birçîbûn, şer û nexweşî gef li jiyana bi mîlyonan zarokan dixwo û rewşa mirovî ya li herêmên şer xirabtir dibe. Li Xezayê nêzî 100 zarok bêewlehiya  xurekê ya giran dijîn û hejmara zarokên li herêmên qeyranê gihişt astên rekor û ji her pênc zarokan yek di bin van şert û mercan de dijîin.

Her wiha di raporê de hate nîşan dan ku NY’ê gihîştiye asta herî bilind a binpêkirinên cidî yên mafên zarokan û êrîşên li ser xebatkarên mirovî û di sala 2024’an de 41 hezar û 370 binpêkirinên cidî hatin belgekirin û ev yek li gorî sala borî tê wateya zêdebûnek ji sedî 25.

UNICEF’ê, destnîşan kir ku bernameyên alîkariyê yên bi bandor di şert û mercên dijwar de jî jiyanan rizgar dikin û pêşerojê baştir dikin û diyar kir ku sala 2026’an jî dê dijwarîyên mezin bîne û hewldanên ji bo parastina zarokan wê bidomîn.

Di raporê de hate destnîşan kir ku Atta Mai yê 7 salî di 27’ê Kanûna 2025’an de di encama lehiya li kampekî penaberan a li Xezayê de jiyana xwe ji dest dan û di meha Kanûnê de herî kêm 5 zarokên jiyana xwe ji dest dan. UNICEF’ê destnîşan kir ku zarokên li deverên herî bandordar ên Xezayê, bi bêparastinek mezin re rû bi rû ne.