‘Bêdengî hevkarî ye medya duyemîn artêşa parastina mafên civakê ye’

Rêvebera Komeleya Mafên Mirovan a Sûriyeyê Evîn Cumaa ragihand ku di sala 2025’an de bi sedan binpêkirinên sîstematîk ên li dijî jinan hatine belgekirin. Evîn Cumaa got, "Bêdengî hevkarî ye, medya duyemîn artêşa parastina mafên civakê ye."

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Di sala 2025’an ku salek tijî binpêkirin û dijwariyên zêde bû de, rola Komeleya Mafên Mirovan wekî xeta yekem a parastina rûmeta mirovan derket holê. Tu binpêkirin bê belge neman û tu doz bê çareserî neman. Di sala 2025`an de komeleyê bi rêyên yasayî, parêzvanî û çalakiyê ji bo mafan şer kir. Di navbera şopandina sûcan, belgekirina şahidiyan û destekdayîna qurbaniyan de, di nav rastiyek tevlihev ku ji hêla krîzên siyasî û mirovî yên li pey hev hatine ferzkirin de xebat meşand. Komeleyê bi raporên xwe yên periyodîk, dosyayên yasayî û çalakiyên hişyarkirinê, hewl da ku rastiyê eşkere bike û pêşkêşî raya giştî û saziyên têkildar bike.

Parastina mafên mirovan ne demsalek derbasbûyî ye

Komeleyê tekez kir ku bêdengiya li hember binpêkirinan hevkarî ye. Tevî tengbûna qada mafên mirovan û nebûna berpirsyariyê di gelek rewşan de, tîmên wê yên meydanî bi biryardarî berdewam kirin, mafên mirovan ên jiyanî, azadî û edaletê di rêza pêşîniyên xwe de danîn. Ev rapora salane ne tenê wekî berhevokek ji hejmaran û îstatîstîkan tê, di heman demê de wekî şahidiyek belgekirî ji bo rastiyek mafên mirovan ku hewceyî parastina domdar e. Ev peyamek zelal e ku dibêje parastina mafên mirovan ne demsalek derbasbûyî ye, pabendbûnek ehlaqî û qanûnî ye ku qet bi dawî nabe.

Rêvebera Komeleya Mafên Mirovan a Sûriyeyê Evîn Cumaa derbarê kar û xebatên Rêxistina Mafên Mirovan yên sala 2025`an de ji ajansa me re axivî.

Komîteyên lêkolînê hatin avakirin

Evîn Cumaa da zanîn ku binpêkirinên mafên mirovan ên ku ev zêdetirî 14 salan e ji ber zêdebûna operasyonên leşkerî yên li ser herêmê berdewam in, tên belgekirin. Evîn balkişand ser rewşa civakî û tundiya ku li ser gelan pêk dihat û wiha domand: “Ji ber ku encamên dorpêçkirina li ser Sûriyeyê, bi giştî çêdibin. Şopandina rewşa jin û zarokên ku ji ber rewşên şer gelek tundî li ser wan pêk hat, zor bû. Piştî hilweşîna Rejîma Baasê, şopandina rewşa hundirê Sûriyeyê ku ewqas êrîş li ser gelê Sûriyeyê hat kirin, ne hêsan e. Gelek zagonên ku piştî hilweşîna Rejîma Baasê hatin derxistin, li dijî maf û hebûna jinê bûn. Komîteyên lêkolînê di encamê êrîşên ku li ser Peravê, Suweydayê û Himsê çêbûn, derketin derketin holê. Mijarên wek pîvanên Rêveberiya Xweser yên zagonî heta çi astê pêk hat, kemasî di ku derê de bû û pêşketin gerek di ku derê de be, bi rêya semîner û panelan  dihat guftûgokirin û bi cihê têkildar re dihat parvekirin.”

174 kes hatine kuştin

Evîn Cumaa anî ziman ku di nava salekê de hejmara binpêkirinan di rêjeyeke bilinde de bûye. Evîn ragihand ku 174 kes hatine kuştin, 20 ji wan li Efrîna dagirkîrî bûne û wiha domand: “Her wiha di encama tundî, şer û pevçûnan de 156 kes birîndar bûne û bi kuştinê re rûbirû mane. Tevî ku 175 rewşên revandin û girtinê derketine, ji wan jî 11 jin û 2 zarok û 168 bûyer, li Efrîna dagikirî rû dane û 600 kesên di zîndanên çeteyan de bûne, ji bo zîndana Rayî û Hewar Kilis hatine veguhestin.”

‘Fikrê cîhadîst ku bi darê zorê li zarokên xwe ferz dikin’

Evîn Cumaa diyar kir ku ji bo koçberan raporek hatiye derxistin û wiha berdewam kir:“Kampa Roj û ya Holê hene. Malbatên DAIŞ’iyan li wir dijîn. Hejmarek pir mezin lê heye. Ji ber vê yekê alîkarî kêm dighîjin wan. Rêveberiya xweser ji wan re cih peyda kiriye. Ji bo pêwîstiyên wan yên jiyanê, hinek komeleyên serbixwe û yên navnetewî alîkarî ji wan re pêşkêş dikin. Gelek binpêkirin ji aliyê malbatên wan ve li ser zarokên di kampan de dihat kirin. Fikrê cîhadîst bi darê zorê li zarokên xwe ferz dikin. Dewletên wan qebûl nakin ku vegerin. Rewşa wan gelekî hat şopandin. Şopandina rewşa girtîgehan didome. Ger ku şikyat bên em bi rêveberiyên zîndanan re parve dikin.”

Di ser medya civakî de nefreta li dijî mafên jinan

Evîn Cumaa destnîşan kir ku Komeleya Mafên Mirovan rewşa jinan gelekî şopandiye û wiha pêcde çû: “Şopandina rewşa jinê didome. Tundiya civakî ya li ser jinan tê kirin, me bi komeleyên mafên jinan re şopand. Me gelek kampanyayên hişyarkirinê meşand û piştgiriya psîkolojîk da hinek komên jinan. Me rewşa gelek kesên ku dawî li jiyana xwe anîne, şopand. Me gelek mijarên zagonî yên li dijî mafên jinê, li dijî Hevpeymanên ku di navbera Sûriyeyê û Neteweyên Yekbûyî de hatine îmzekirin, şopand. Mijarên gotinên nefretê yên li ser medyaya civakî li dijî mafê jinan tên gotin, me pir şopand. Ji bo jin û zarok bikaribin mafên xwe biparêzin, bi Rêveberiya Xweser û rêxistinên eleqeder nîqaş hatin kirin. Di encamê de ji aliyê Rêvebriya Xweser ve Yasaya Sûcên Sîber hat erêkirin.”

‘Em ji ragihandinê nûçe digrin’

Evîn Cumaa derbarê piştraskirina mijarên ku belge kirinê de jî agahî dan. Evîn diyar kir ku li gorî pêvanên navnetewî yên Netewên Yekbûyî, li ser vê mijarê gelek perwerde dîtine. Evîn got ku di encama van perwerdan de zanebûna wan çêbûye û ev agahî dan: “Kesên ku ew bi xwe qurbanî ne an jî şahîdiya bûyerê kirine, hene. Bûyerên ku li cihên dagirkirî ne me nikaribû bighên wan, kesên ku ji wê derê derketine, me şahidiya wan digirt. Li ser her bûyerek ku diqewime me dosyayek takekesî amade dikir. Heta li ser her bûyerk 2 şahid tekez nekin em belge nakin. Em ji ragihandinê nûçe digrin.”

‘Pêwîst e dadgeh werin avakirin’

Evîn Cumaa anî ziman ku di sala 2025'an de binpêkirin ji salên borî zêdetir bûye û wiha got:“Binpêkirin her nehatine rawöstandin û sal bi sal zêde dibin. Piştî hilweşandina Rejîma Baasê, binpêkirin bi rengekî nû hatin kirin. Em bi hêvî bûn ku kesên windayî werin dîtin, lê vekirina zîndanan bi rengekî ne rêxistinkirî, hişt ku gelek guman çêbibin, gelek kes winda bûne. Delîlên belgekirinê hatin windakirin, ev pirsgirêkek mezin bû. Piştî hilweşîna Rejîma Baasê, qonaxek demkî ya nû destpê kir. Pêwîst e dadgeh werin avakirin. Me dixwest ji bo pelên heyî dadgeh werin vekirin, lê pêşiya dadgehan hat girtin. Di mijarên dadwerî de heta îro jî nezelalî heye.”

‘Belgekirina binpêkirinan tiştek sereke ye’

Evîn Cumaa diyar kir ku Rêveberiya Xweser gelek alîkarî dide Komeleya Mafên Mirova û wiha berdewam kir: “Zehmetî di zagonên ku ji aliyê rêveberiya demkî ve hatin ragihandin de hene. Mudaxaleya bicîhbûna di dadweriyê de heye. Ji ber ku pêwîst e li gorî ragihandina Destûrê, dadwer serbixwe be. Lê wekî ku hat dîtin heta tayînkirina dadweran a ji aliyê Serokê Komara Sûriyeyê ve bû, yanî dadwer ne serbixwe bû. Rêveberiya Xweser geleê alîkar e bi Komeleya Mafên Mirovan re. Di hundirê Sûriyeyê de ji ber neqebûlkirina fikrên belgekirina binpêkirinan zehmetî heye. Belgekirina binpêkirinan, tiştek sereke ye. Ji ber ku di 14 salên şer de gelek maf winda bûne. Binpêkirinên ku li ser jin û zarokan têne kirin tê belgekirin û pêwîst e werin rawestandin. Pêwîst e pişgiriya qurbaniyan were kirin.”

‘Ragihandin artêşa duyemîn e ku mafê civakê diparêze’

Evîn Cumaa balkişand ser rola ragihandinê ya di aliyê mafan de. Evîn destnîşan kir ku ragihandin dengê gel e û wiha bidawî kir: “Em bang dikin ku gel dengê xwe winda neke, bêdengiyê bişkînin û binpêkirinên ku têne kirin, bila bên xuyakirin. Pêwîst e bi hevre raporek salane were çêkirin ji bo ku bibe wekî despêkek ji bo avakirina Sûriyekeyek demokratîk a li ser bingeha mafan. Ragihandin jî, artêşa duyemîn e ku mafê civakê diparêze, Ragihandin dengê gel e û pêwîst e dengê gel neyê çewsandin.”