Li Til Temir ji bo bîranîna Helebce 5 deqe rêz hate girtin
Xelkê Til Temir ji bo bîranîna enfala Helebceyê, 5 deqe rêz hate girtin. Jinên beşdarî rêz girtinê bûne gotin: “Wê li dijî dîktatorên Kurdistanê û qatilê gelê me, serhildan û şoreşên me heta bidestxistina statuyê, bidome.”
Til Temir – Di 16’ê Adara 1988’an de rejîma Sedam Hisên li dijî gelê Kurd yê li Helebceyê dest bi êrîşên kîmyesalê kir. Di vê kîmyabaranê de 5 hezar kes hatine qetilkirin û zêdeyî 10 hezar kes birîndar bûne. Îro 38 sal bi ser komkujiya Helebce re derbas dibe. Xelkê Til Temir yê Kantona Cizîrê ji bo bîranîna enfala Helebce 5 deqe rêz girtin.
‘Qatilê Kurdan gelek e, ji bo wê em ê têbikoşin’

Xedîce Asim a ku beşdarî çalakiyê bû êrîşên hikûmeta Îraqê li dijî gelê Kurd li Helebce şermezar kir û got: “Êrîş û komkujiyên li dijî gelê Kurd ne sekinîne, heta roja îro didome. Li Helebce kîmyabarandin, lê li Sûriyê jî Kurd bê maf hiştin û qirkirin li dijî gel berdewam kir. Qatilên gelê Kurd li Îraqê Sedam Hisên, li Tirkiyeyê jî Erdogan û li Sûriyeyê Beşar El-Esed e. Qatilê me gelekin, lê gelê Kurd wê dest ji doza xwe bernede. Em ne ji komkujiyan û ne jî ji qirkirinê ditirsin, ji ber em Kurd mafek me heye û em ê bidest bixin.”
‘Îro roja hebûn û rûmetê ye’
Xedîce Asim da zanîn ku tevî êrîşên qirkirinê, koçkirin, komkujî û enfalan gelê Kurd careke din li çar aliyên Kurdistanê serî hildidin û têkoşîna xwe didomînin. Xedîce Asim di salvegera 38’an a kîmyabarana Helebceyê de bang li gelê Kurd kir ku bihêztir rabin ser piyan û got: “Îro roja hebûn û rûmetê ye. Divê Kurd şoreşên xwe biserbixin û ala cangoriyan a nîvî maye bigrin û bighînin serkeftinê.
‘Birîna Helebce di dilê me de her roj nû dibe’

Hevseroka Meclîsa bajarê Til Temir Gulîxan Sofî diyar kir ku birîna Helebceyê, ne birînek ji rêzê ye û giyanê 5 hezar Kurd ne erzan in û got: “Diviya îro di kêliyên êrîşên kîmyesalê hatin reşandin û Kurd hatin qetilkirin, hemû dunya rawestiya. Her wiha diviya ku hesab bihata xwestin û edalet pêk hatiba. Ji ber me kujer ji bîr nekirine, birîna Helebce di dilê me de her roj nû dibe.”
Gulîxan Sofî di dawiya axaftina xwe de bal kişandin ser êrîşên di dema dawî li dijî gelê Kurd tê pêkanîn û got ku ev êrîş berdewamiya komkujiya Helebceyê ye.