Jinên li başûrê Lubnanê bi pêlên koçberiyê re dijîn
Bi êrîşên nû yên li ser başûrê Lubnanê re, heman dîmen dubare dibin. Karwanên dirêj ên koçberiyê, wesayîdên li pey hev û kesên ku bi westandina li ser çav û rûyê xwe li cihekî bi ewle digerin.
FADIYA CUMAA
Lubnan – Çîrokên jinên ku barê herî mezin ê penaberiyê hildigrin, di nava xwe de gelek vegotinan dihewînin hene. Dayîk, xwişk û keçên ciwan her yek xwedî çîrokek e ku dişibe hev lê her yek ji ya din cudatir e.
Di stargehên bajarê Sîda de ku dibistan û hol veguherîne stargehên demkî, jinên koçber ên ji bajarokên başûr li hev kom bûne.
Tevî şert û mercên dijwar, jin hê jî di nava hevkêşeya berxwedanê de ne. Dayîkên ku hewl didin malbatên xwe biparêzin û debara wan bikin, ji ber nebûna xizmetên bingehîn û piştgiriya tam neçar in bi rastiyeke dijwar re rû bi rû bimînin.
Jinên koçber bi zehmetiyan re dijîn
Îman Hadraj ku ji bajarokê Zrarieh e li stargeheke li Sîdayê dimîne, jiyana li nav navendê ji ku ‘xeyalan dijwartir’ bi nav dike û dibêje ku cihê teng dijwartirîn e. Ji ber ku çend malbat neçar in li heman odeyê bimînin ji bilî derfetên paqijiyê yên hevpar. Ev jî zehmetiyên mezin diafirîne, bi taybetî ji bo jinan.
Îman Hadraj wiha bal kişand ser jiyana li stargehan: “Nebûna nepenîtiyê û xizmetên tibî yên bingehîn êşa jinên penaber zêde dike. Ji ber hebûna zarok, nexweş û kal û pîrên ku hewceyên lênêrîna berdewam in. Jin xwe bi hûrgiliyên rojane yên westiyayî re rû bi rû dibînin. Ji rêxistinkirina jiyanê ya di cihekî sînorkirî de bigre heya hewldana parastina rûmet û nepenîtiyê di şert û mercên dijwar de.”
3 sal in bi pêlên koçberiyê re dijîn
Meysa Qarût ku ji bajarokê Meys el-Cebel ber bi Sîdayê ve hatiye koçberkirin, çîroka koçberiyê vedibêje û diyar dike ku bi salan e dubare dibe. Meyza Qarût wiha dibêje: "Sê sal in em di navbera koçberî û vegerê de dijîn. Di êrîşên berê de ez ji dibistanek li Sîdayê koçber bûm û îro vegeriyam heman dibistanê. Fişarên berhevkirî digel pêlên mezin ên koçberiyê, dibin sedem ku jin bedelên giran bidin. Ji ber ku ew di mercên dijwar de xwe berpirsiyar dibînin û neçar dimînin pêdiviyên malbatê dabîn bikin.”
Rêwîtiya sêyemîn a koçberiyê
Badia Murtada ji bajarokê Ayta el-Şeab, yek ji gundên li xeta pêşîn e çîroka koçberiya dubare wiha vedibêje: "Ev rêwîtiya me ya sêyemîn a koçberiyê ye. Gundê me yek ji gundên ku destpêkê bû hedef bû. Îro dîsa êrîşên dawî ku bûn sedema koçberbûna tevahî ya bajêr ber bi deverên cuda yên Lubnanê ve didomin.”
Ji bo Badia Murtada, şeran ne tenê li ser malan, di heman demê de li ser jiyana jinan jî şopa xwe hiştine û wiha didomîne: "Şer bi taybetî jinan ji hêla aborî, psîkolojîk û tenduristiyê ve westandiye. Rawestandina kar, nebûna tazmînatê û terikandina gundên başûr ên wêrankirî ji hêla dewletê ve, ji bo koçberan rewşê pir dijwartir kiriye."
Çîrokên jinên penaber
Di nava dîwarên stargehên li Sîdayê de wekî li deverên din ên mêvandar, çîrokên jinên penaber hene. Ev çîrok rewşa mirovî ya dijwar nîşan didin, rewşa ku di her şerî de dubare dibe. Ji bo gelek jinên li başûr, koçberî êdî ne ezmûneke demkî ye, rewşeke dubare ye, barê giran psîkolojîk, aborî û civakî bi xwe re tîne.
Tevî koçberiyê jî roleke girîng dilîzin
Jin tevî çavkaniyên sînorkirî û piştgiriya nebaş, di parastina malbatên xwe û parastina hevgirtin û hêza xwe de roleke girîng dilîzin. Di navbera odeyên hevbeş ên teng, rêzên dirêj êm li navendên tenduristiyê û fikarên li ser pêşerojê de jin hewl didin ku ji vê kaosê jiyanê ava bikin.