Rûba Mihemed: Ma Helebce ne hêjayî bîranînê ye?

38 sal bi ser kîmyabarana Helebce re derbas bû, îro ji ber nebûna çalakiyek fermî, welatî naxwazin ev bîranîn were ji bîrkirin. Bi beşdariya kampanyaya çandina daran, rexne li desthilatê dikin ku Enfal wek tê xwestin nayê bîranîn.

MÎHRÎBAN SELAM

Helebce – Îro 16’ê Adarê ye, 38 sal bi ser kîmyabarana Helebce ya Başûrê Kurdistanê ku têde 5 hezar kes hatin qetilkirin, zêdeyî 10 hezar welatî birîndar bûn û heta niha jî şopên kîmyabaranê hildigrin re derbas dibe. Di salên borî de bi merasîm û çalakiyên cûda ev roj dihat bîranîn. Lê belê îsal wek duh bi civînek ya çapemeniyê waliya Helebce Nuxşe Nasîh diyar kir ku ji ber rewşa herêmê merasîmek fermî nayê li darxistin. Ev jî ji aliyê welatî, kes û karên şehîdan ve bû sedemê nerazîbûnan.

Endama Desteya Bilind a Komeleya Qurbaniyên Kîmyabarana Helebce Rûba Mihemed Heme Salih ku ev 38 sale bi xwebexşî li komeleyê di xebite û xizmetê ji bo kes û karên şehîdên Helebce dike, ji ajansa mere axivî.

‘Ger di 38 salan de her sal projeyek heba, niha Helebce pêşketibû’

Rûba Mihemed têkildarî rewşa kes û karên şehîd û birîndarên Enfalê wiha got: “Di salvegera Helebce de, her çend ji ber vê rewşa rageşiyê ku hemû dinya jê bandor bûye merasîma bîranînê neyê li darxistin, lê belê dikarîn hinek projeyên wek şînkirina jîngehê ku projeyek herî bedewe bidana destpêkirin. Ger di 38 salan de her sal projeyek bi vî awayî bihata kirin, niha Helebce dibû xwedî jîngehek taybet, wê ava bûba û pêşketibûya.”

‘Berpirs hewla lewazkirina bîranînê didin’

Rûba Mihemed desthilata xwecihî rexne dike û dibêje: “Ti caran wek pêwîst ji bo Helebce xizmet nehatiye kirin û sal bi sal bîranîn lewaz dibe. Divê girîngî ji bîranînê re were dayîn  da ku birînên xelkê were pêçan. Heta niha jî Îdareya Berpirs a bajar bi ti awayan bîranîn nakin, em nizanin sedem çiye, gelo Helebce ne layîqê wêye? Sedem ewe ku heta niha xemsariya desthilatê di asta birîndar û kesûkarên birîndaran de, heta niha jî êş dikşînin û hinek tişt tên kirin lê belê ne têrkerin. Ger her berpirsekê li gel birîndaran bimayan, wê bizaniban ew jiyanek çawa didomînin. Em dem dem serdana wan dikin, em rewşa wan dizanin. Ger zarokên berpirsan bûna, wê ew bişandan gelek nexweşxaneyan û derveyî welat. Lê belê ji bo me tedawiya herî bingehîn nayê pêkanîn. Em nizanin nexweşxaneya mexdurên çekên kimyawî kêrî çi tê? Xizmetê ji bo malbatên şehîdan nakin, ez diwê hêviyê deme ev rewş were lêpirsînkirin.”

‘Ji ber êrîşan birîndar nikarin tedawî bibin’

Rûba Mihemed da zanîn ku ji ber şerê Îsraîl-DYE û Îranê, rewşa tenduristiya hinek birîndaran têk çûye, ji ber serdana derveyî herêmê dikir û diçûn Îranê. Lê belê nikarin niha biçin Îranê, em nizanin çi bikin.”

‘Daxwazên me pêknayên’

Rûba Mihemed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Xwezî beriya 38 salan hikûmeta herêmê Îranê wek çareserî nedîtiba, hewl bidaya tîmen bijîşkên pispor ji welatên cuda bianiya vêderê û navendek ji bo çareseriya birîndaran ava kiriba. Kes û karên şehîdan xwedî yêk mûçene. Divê hikûmet berpirsyartiya xwe bi cih kiriba. Ev 38 sale em daxwazên xwe tînin ziman lê belê ti daxwazek me nahatiye pêkanîn.”