Zextên şer zêde dibe û herî kêm 500 kes hatin girtin
Di şertên şer û qutbûna înternetê de, bi sedan welatî ji ber sûcên sîxuriyê hatine girtin. Hate diyarkirin ku zext zêde bûye, li gelemperî bajaran xalên kontrolê hatine danîn. Amûrên Starlink têne şopandin û kesên ku wan bikar tînin tên girtin.
Navenda Nûçeyan – Li Îranê li gel berdewambûna şer û qutbûna înternetê, zext zêde bûye, bi sedan welatî bi hincetên cûda hatine girtin.
Di vê çarçoveyê de, Fermandarê Giştî yê Emniyeta Îranê Ehmed Reza Radan, di daxuyaniya roja yêkşemê dayî de ragihand ku bi sûcdariya ‘şandina agahiyan ji medyaya dijmin û dijî Îranê’ re 500 kes girtine. Ev kes wek ‘sîxur’ bi nav kir.
Duh, medyaya navxweyî, di nûçeya ku xwe dispêre çavkaniyên ewlehiyê û mekamên darazê, diyarkir ku, li Xorasan, Kirman, Fars, Yezd, Qezwîn, Bender Enzalî û gelek bajarên din ên Îranê bi dehan welatî hatine girtin.
Welatî bi hinceta agahîdayîna derve tên sûcdarkirin
Derbarê nasnameya kesên girtî de ti agahî nehate parvekirin û hate ragihandin ku ew bi sûcên ‘têkiliya bi medyaya dijmin re’ û ‘hevkariya bi Îsraîl û DYE re’ tên sûcdarkirin.
Li aliyê din, saziyên medyayê yên nêzî Muhafizên Şoreşê, nûçeya xwe dispêre, Midurê Emniyeta Bender Enzelî, ragihand ku li bajar jinek 40 salî hetiye girtin. Ev saziyên medyayê diyar kirin ku di encama xebatên îstixbaretê de, ji aliyê polîsên ewlehiya civakî ve têkilî bi hinek torên muxalîf re daniye û jina ku ji navçeyê nûçe û agahiyan dişîne tesbît kirine û girtine.
Binçavkirinên berfireh
Her wiha hate diyarkirin ku li bajarên cûda yên Rojhilatê Kurdistanê binçavkirinek berfireh hatiye jiyîn. Li gorî nûçeyên ji Urmiye, Bukan û Seqiz, medyaya girêdayî Muhafizên Şoreşê diyar kir ku li Urmiye herî kêm 10 kes hatine girtin, çavkaniyên mafê mirovan jî ragihand ku li Bukan û Seqizê hinek welatiyên Kurd hatine girtin. Li gorî van nûçeyan welatiyek din jî di encama êrîşa rasterast yên hêzên ewlehiyê de jiyana xwe ji dest daye.
Ev geşedan, di demek ku li gel destpêkirina şer, rayedarên ewlehiyên ên Komara Îslama Îranê bi caran gef li welatiyan xwarine û yên ku protesto dikin bi hevkariya Îsraîl-DYE û sîxurtiyê sûcdar dikin tê jiyîn. Di heman demê de, li bajaran xalên kontrolê hatine danîn û erebe û telefonên waletiyan tên kontrolkirin.
Fikarên derberê qutbûna înternetê û zêdebûna girtinan de zêde dibe. Hate diyarkirin ku di van şertan de malbat ti amûrek ku agahiyan parve bikin nabînin, kesên ku hatine girtin di qadek ku weşana nûçeyan neyî de, rastî metirsiya ku bi zorê bidin îtîrafkirinê dene.
Li gorî raporên tên weşandin, nîşan dide ku hêzên ewlehiyê yên Îranê bi armanca astengkirina her cûrê agahiyan cîhanên Starlînk tesbît dikin û kom dikin û kesên ku ev cîhaz bi kartînin hatine girtin.