SOHR: Di 15 rojan de 30 kes li Sûriyeyê hatine kuştin
Çavdêrgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku di meha Adarê de 30 kes hatine kuştin û di navbera wan de jin û zarok jî hebûne.
Navenda Nûçeyan – Di nava têkçûna ewlehiyê de li deverên di bin kontrola hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, ji destpêka Adarê ve li gelek deveran bi dehan sivîl hatine kuştin, hinek ji wan ji ber tundiyê û yên din jî ji ber tundiya mezhebî mirine.
Di 15 rojan de 30 kes hatin kuştin
Li gorî Çavdêrgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ji destpêka Adarê ve heta îro 30 sivîl li herêmên cuda yên Sûriyeyê hatine kuştin, ev hejmar tunebûna ewlehiyê, zêdebûna tundiyê û gefên li ser aştiya sivîl nîşan dide.
Çavdêrgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê piştrast kir ku zarokek li gundewarê Şamê û du jin û du zarok li Helebê hatine kuştin. Zarokek jî di bûyereke cuda de li Hemayê hatiye kuştin. Her wiha hat diyarkirin ku zarokek din jî di bûyereke cuda de li Şamê hatiye kuştin.