Li Sûriyeyê 665 kes bi teqîna bermahiyên şer mirin
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku ji destpêka rûxandina rejîma Baasê û heta niha, li Sûriyeyê jin û zarok jî di nav de 665 kesan ji ber teqanînên bermahiyên şer jiyana xwe ji dest daye.
Navenda Nûçeyan – Li Sûriyeyê bermahiyên şer, rûxmê salek piştî hilweşîna rejîmê jî gef li jiyana sivîlan dixwe. Ev bermahiyên şer dibin sedema birînên giran û seqetiyên mayînde û nîşan dide bandora şer a li ser ewlehiya mirovan û tevna civakî didome.
Li gorî rapora Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji destpêka rûxandina rejîma Baasê (8 Kanûn 2024) heya 5’ê Kanûna îsal, li Sûriyeyê 665 kesan ji ber teqanînên bermahiyên şer jiyana xwe ji desy t daye. Li gorî SOHR’ê, ji wan 199 zarok û 24 jin in.
SOHR’ê, da zanîn ku bûyeran li herêmên di bin kontrola rêveberiya demkî de, herêmên Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de rû daye.