Îlham Ehmed: Em dixwazin bi Tirkiyeyê re di nava diyalogê de bin

Îlham Ehmed ku di "konferansa Navneteweyî" de axivî, got: "Em dixwazin bi Tirkiyeyê re di nava diyalogê de bin. Em dixwazin sînorên me vebin. Em dixwazin pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê bi ser bikeve."

Stenbol – Hevseroka Hevseroka Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed bi rêbaza vîdekonferans beşdarî Konferansa Navneteweyî ya Aştî û Civaka Demokratîk a DEM Partiyê bû.

Îlham Ehmed diyar kir ku ew di serî de ez spasiya hemû beşdaran dike û silav û hurmetên xwe ji bo hemû beşdaran dişîne. Îlham Ehmed diyar kir ku ji bo aştiyê kombûna we hemûyan girîng e û karekî bi rûmet e.

Îlham Ehmed ev nîqaş û guftûgoya li ser aştiyê tên kirin gelek girîng û hêja ne û got: “Li Tirkiyeyê aştî tê nîqaşkirin. Gelek girîng e. Rola sereke ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo aştiyê heye. Tevî polîtîkaya tecrîdê jî ev gav avêt û dest bi xebatên aştiyê kir.”

‘Aramî û xweşiya li vir dê bandorek erênî li ser Tirkiyeyê bike’

Îlham Ehmed anî ziman ku wê dixwest ku di v ê konferansê de amade be û got: “Lê mixabin hê jî diyar e ku astengî heye û divê diyalog bên kirin. Gelek astengî hene em bi hêvî ne ku ji holê rabin. Em dixwazin bi şêwazek mayînde û rast vê pêvajoya aştiyê bir ê ve bibin da ku em li Tirkiyeyê dikaribin aştiyê bi ser bixînin.”

Îlham Ehmed bal kişand ser meseleyên Rojava û Sûriyeyê û got: “Em li Sûriyeyê dixwazin pêvajoyek demokratîkbûyînê bi rê ve bibin. Em dixwazin bi hemû pêkhateyan re Sûriyeyek nû ava bikin. Em dixwazin hemû pêkhate di çarçoveya qanûn û hiqûqî de bi hev re bijîn. Em dixwazin her kes li vir bi bîr û baweriya xwe bi azad bijî. Aramiya di hundirê Sûriyeyê de tê wateya aramiya Tirkiyeyê jî..”

‘Girtin li pêşiya aştiyê astengiyan derdixe’

Îlham Ehmed destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan salên dirêj li Sûriyeyê maye û bandora wî li ser axa Sûriyeyê heye û got: “Fikir û ramanên wî bandorek mezin li ser gelên Sûriyeyê kir. Nîqaşên li ser aştiyê nîqaşên gelek girîng in. Divê ev nîqaş û axaftin û guftogû bi biryardarî û îrade werin kirin. Piştî pêvajoyê li Tirkiyeyê dest pê kir, bandora xwe li ser Rojava jî kir. Li ser me bandora xwe kir. Bandora hikûmeta Tirkiyeyê li ser hikûmeta Sûriyeyê heye. Bi awayekî vekirî qenalên ku pêwendiya me bi Tirkiyeyê re datîne hene. Divê rêber Abdullah Ocalan ne di zindanê û şertên tecrîdê de be, heke wisa be dê bandora xwe bêtir û bi leztir li ser aştiyê bike. Di rewşa girtinê de ne mimkûn e ku gavên bi lez bên avêtin û girtin li pêşiya aştiyê astengiyan derdixe. Gava aştî li van her du welatan hebe, di nava civaka Kurd, Tirk, Ereb de dê demokrasî û aramî pêk were.”

‘Em aştiyê li ser herêmê serwer bikin’

Îlham Ehmed da zanîn ku ew dixwazin danûstandinên di navbera Rojava û Tirkiyeyê de dest pê bikin û got: “Em dixwazin rayedarên Tirkiyeyê li cem xwe bibînin û em xwe jî li Tirkiyeyê bibînin. Em ne alîgirê şer û çekan e, em alîgirê aştiyê ne. Ji me re jiyana komunal a demokratîk lazim e. Em ê ji niha şûn ve bi israr bi vê biryardariya xwe ya aştî û demokrasiyê ve bimînin. Divê her kes xwedî li aştiyê derkeve.”

Îlham Ehmed ji bo pêkanîna aştiya li Sûriyeyê û Tirkiyeyê bang li Serokê Amerîkayê Donald Trump jî kir û wiha got: “Ez bang li Serokê Amerîkayê dikim, em dixwazin li Sûriyeyê û Tirkiyeyê jî aştiyek mayînde pêk bînin û dengê xwe di mijara aştiyê de bilind bikin. Îro dem dema ku her mesûliyetê bidin ser milê xwe da ku êdî xwîn nerije û dayik negirîn. Em aştiyê li ser herêmê serwer bikin. Silav û rêz û serkeftin.”