MADA: Di mehekî de mafên 52 rojnamevanên li Filîstînê hat binpêkirin
Navenda Filistînî ya ji bo Pêşveçûn û Azadiyên Medyayê (MADA) di meha borî de 52 binpêkirinên li dijî rojnamevanên li Filîstînê belge kir.
Navenda Nûçeyan – Di dema şerê li ser Xezayê de, rojnamevan rastî binpêkirinên cidî hatin. Di nav van binpêkirinan de hedefgirtina rasterast a bi bombekirinê, kuştin û girtin hene. Ji bilî wêrankirina ofîs û alavên medyayê. Van binpêkirinan azadiya ragihandinê sînordar kir û bû sedema mirina bi dehan rojnamevanan. Xezeyê kir yek ji hawîrdorên herî xeternak ên ji bo xebata medyayê.
Navenda Pêşveçûn û Azadiyên Medyayê MADA, ragihand ku li Filistînê di Mijdarê de 52 binpêkirinên li dijî rojnamevanan belge kiriye. Saziyê rave kir ku ev binpêkirin li gorî Cotmehê ku 83 binpêkirin tomar kirine ji 36 kêm bûne. MADA, vê yekê bi peymana agirbestê ya li Şerîda Xezayê ve girêdide.
Li gel binpêkirinên Îsraîlê yên hema hema rojane yên berdewam, navendê piştrast kir ku di meha borî de ti rojnamevan nehatine kuştin.
Navenda MADA meha borî 9 êrîşên fîzîkî yên li dijî rojnamevanan belge kirin, ku piraniya wan (8 bûyer) li Şerîaya Rojava qewimîne. Navendê rave kir ku hin rojnamevan di demeke kurt de rastî êrîşên dubare an tevlihev hatine. Navendê got ku ev yek asta hedefgirtina rasterast a ku ew dema ku erkên xwe pêk tînin, nîşan dide.
Ji bilî êrîşên fîzîkî, Navenda MADA 27 bûyerên astengkirina weşana medyayê yên ku rojnamevan û ekîbên medyayê hedef digirin, belge kir. Hin ji van astengiyan dema ku bûyerên li deverên cûda yên Şerîaya Rojava dişopandin ji carekê zêdetir hatine dubarekirin. MADA destnîşan kir ku 24 ji van bûyeran tenê li Hebronê hatine tomarkirin.
Meha borî, hêzên Îsraîlê 7 rojnamevan girtin. Di bûyerek yekem a celebê xwe de, li bajaroka Beyt Ummarê bi ser mala rojnamevanek de girtin. Xwestin ku nehêlin di 20’ê meha borî de ji bo şopandina êrîşeke nav bajêr derkeve.