Li Îranê gelek dibistan hatin girtin
Li Îranê di rojên dawî de, him qirêjiya hewayê û him jî pêla nû ya şewb û vîrusa koronayê, li gelek parêzgehan bû sedema girtina dibistanan.
Navenda Nûçeyan – Îro hemû dibistan û navendên perwerdehiyê ya li Sine, Tehran, Ehwaz, Mazenderan, Îlam, Hormuzgan, Loristan, Isfehan, Gulistan û Kişêyê, ji ber grîpê, qirêjiya hewayê û korona vîrusê dê werin girtin û dê perwerde serhêl destpê bike. Dibistanên li Kohgiluye û Buyer Ehmed, Arak, Qezvîn, Alborz, Çahermehal û Bextiyarî, Kaşan û Xorasana Bakur jî derbasî perwerdehiya sêrhel bûn.
Berdevkê Wezareta Perwerdehiyê ya Îranê, destnîşan kir girtina dubare ya dibistanan bandorek neyînî li ser kalîteya fêrbûna xwendekaran dike û diyar kir rojek girtina dibistanan bi qasî hezar milyar tûmen lêçûn dike û fêrbûna ji dûr ve nikare bi tevahî şûna perwerdehiya bi rû bi rû bigre. Pisporan, dibêjin girtina dibistanan di salên dawî de newekheviyên perwerdehiyê kûrtir kiriye û serkeftina akademîk a xwendekaran bi awayekî cidî kêm kiriye.
Qirêjbûna hewayê jî gihîşt astên qeyranek cidî. Li Tehranê, hewa di roja 108’an de ji bo komên xeternak di astên ne tendurist de hat pîvandin. Li hinek bajaran, rewş zêdetir krîtîktir e; Baxîrşehr, Waram, Demavand, Behrestan û Îslamşehr di asta hişyariya sor de ne û ji bo tevahî gel ne tendurist e. Li Îsfahanê, endeksa qalîteya hewayê bi 178’an di kategoriya "ji bo hemû koman ne tendurist" de ye. Asta qirêjiya hewayê li parêzgehên Meşhed, Qezvîn, Tebrîz, Urmiye, Kerec, Ahwaz, Qum û Navendî jî di asta cidî de ye.
Komîteya Awarte ya Qirêjiya Hewayê ya Tehranê, ji ber qirêjiya giran biryar da ku perwerdehiya dibistana seretayî di dîroka 6 û 7’ê Kanûnê de veguherîne sêrhel. Saziyên giştî dê vekirî bimînin û dê ji bo dayikên xwedî zarokên piçûk derfeta xebata ji dûr ve bê peyda kirin. Her wiha trafîka kamyonan jî hat sînordarkirin, wesayîtên dûman derdixin dê werin kontrol kirin, dê sînorkirinên plakaya bê pêkanîn û xebatên hin kargeh û şantiyeyan hat rawestandin.
Li seranserê welat, li bajarên mîba Karun, Shadgan, Mahshahr, Deşt-e Azadegan û Abadanê, qirêjiya hewayê di asta sor de ye. li Behbehan, Ahvaz, Melatanî, Agacari, Şûştar, Xurramşehr, Îze û Bagmek jî di asta porteqalî de ne û ji bo komên hesas ne tendurist tê hesibandin. Li Dezfulê paqij e, Omîdiye û hinek bajarên din jî di astên qebûlkirî de ye.
Pisporan, diyar dikin him qirêjiya hewayê û hîm jî şewban a bi domdarî dibin sedema girtina dibistanan, di demek dirêj de windahiyên fêrbûna xwendekaran zêde bikin, newekheviyên perwerdehiyê kûrtir bike û zirarên derûnî avabike. Rayadarên perwerde û tenduristiyê, destnîşan kirin ku di rojên pêş de pêwîste ji bo birêvebirina van qeyranan tedbîr bên zêdekirin.