Jinên Efganî bi tundiya pergalî re rû bi rû ne
Endamên Tevgera Pêşeroja Nû ya Jinên Efganî ya li bajara Qendaharê ya Efganistanê dijîn, di civîna ku li cihekî girtî li dar xistin de, sînordarkirinên zêde yên Talîbanê ya li dijî jinên Efgan protesto kirin.
Navenda Nûçeyan – Endamên Tevgera Pêşeroja Nû ya Jinên Efganî, ya li cihekî girtî ya li Qendaharê kom bûn, destnîşan kirin ku jin bi sînorkirin û tundiya bipergalî re rû bi rû ne û sînorkirinên berfireh ên Talîbanê ya fîzîkî, çandî, civakî, aborî û qanûnî, şermezar kirin.
Tevgerê, diyar kir bêparkirina jinan a ji mafên xwe yên perwerde, kar, tevgera azad, beşdariya civakî û temsîliyeta siyasî, wan ji mafên wan ên bingehîn ên mirovan bêpar dike û dibe sedema xizaniyê û windakirina derfetan. Jinan, destnîşan kirin ku ji ber gef û zextên civakî yên zêde, xwe di ewlehiyê de hîs nakin û beşdariya wan a civakî pir kêm bûye.
Piştî ji nû ve desteserkirina Talîbanê ya desthilatdariyê, jinên Efganî di hemû aliyên jiyana xwe de bi sînorkirinên pir giran re rû bi rû dimînin. Perwerdehiya zarokên keç a ji pola şeş û vir ve hat qedexekirin, hebûna jinnan a di daîreyên hikûmetê û saziyên taybet de hat sînordarkirin û xwegihandina wan a qadên civakî û giştî hat sînordarkirin. Ev rewş, perwerde, kar û beşdariya civakî ya jinê asteng kiriye û newekheviya zayendî kûrtir kiriye.
Bandora derûnî û civakî ya qeyranê pir kûr e; aktîvîst û rojnamevan di bin gefê de ne, piştgiriya navneteweyî ne têrkêre û bernameyên perwerde û pêşkeftinê hatine sînordar kirin. Jiyana rojane bi sînorkirinên berfireh, tecrîd û bêparkirina ji mafên bingehîn re şêwe dibe û berdewamiya vê rewşê, dikare li ser pêşkeftina civakî, aborî û çandî ya Efganistanê bandorên demdirêj avabike.