‘Li ser bingeha Jineolojiyê em ê ronesansa xwe pêk bînin’

Jinên ku tevlî konferansa ronakbîrî ya Şengalê bûn anîn ziman ku konferansê, ji bo ku li ser bingeha Jineolojiyê ronesansa xwe pêk bînin lidar xistine.

STÊRA CAN 

ŞENGAL – Civaka Êzidî bi taybetî jinên Êzidî li ser banga Aştî û Civaka Demokratîk ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat kirin û ji bo pêkanîna ronesansa xwe, di navbera 17-18’ê Tîrmehê de 1’emîn Konferansa Ronakbîrî ya Şengalê bi dirûşma ‘Banga Civaka Demokratîk bersiva 74 Fermanan e’ li dar xistin. Konferans ji aliyê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan a Şengalê ve hat lidarxistin. Ji Şengalê û derveyî Şengalê 150 delege tevlî konferansê bûn. Di konferansê de mijara ku herî zêde li ser hat sekinandin û nîqaşkirin, Jineolojî bû.

Têkildarî konferansê jinên ku tevlî bûbûn bi kurtasî nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman. Jinan diyar kirin ku konferans ji bo çareseriya pirsgirêkan, ji bo aştî û aramiyê û ji bo fermanan bersiva herî xurt e.

‘Êdî kes nikare pêşiya jinên birêxistinkirî bigre’

Endama Meclîsa Jinan a Borikê Tewrê Hisên destpêkê konferansê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û ev tişt anî ziman: “Divê em piştî vê konferansê rêxistinbûna xwe xurttir bikin. Bang li jin û xortên Êzidxanê dikim ku tevlî rêxistinê bibin û xwe mezin bikin. Çi bikeve ser milên me em ê bikin û bi Rêber Apo re bimeşin. Kes nikare êdî pêşiya jinên ku xwe bi fikir û ramanên Rêber Apo birêxistin kirine û perwerde dîtine bigre.”

‘Konferans ji bo hemû fermanan bersiv e’

Endama Meclîsa Jinan a Borikê Welat Cano destnîşan kir ku konferans ji bo civaka Êzidî û hemû civakên bindest e û wiha got: “Ev konferans ji bo çareseriyan, ji bo aştî û aramiyê û ji bo fermanan bersiv e. Ev konferans bersiv e ji dijmin re û em ê weke jin bi hev re bi hêztir bibin, pêşengî ji pêvajoyê re bikin. Heta dawiyê em ê xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo birêxistin bikin û xwe ji nû ve ava bikin. Bi taybetî jin weke jinên Êzidî, Ereb û kijan ol û neteweyan dibe bila bibe, em ê xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xurttir bikin.”

‘Jineolojî rastiya jinan û dîroka wan berbiçav dike’

Hevşaredara Xanesorê Maya Şingalî jî bi kurtasî ev tişt anî ziman: “Ez vê konferansê di serî de li Rêber Apo, şehîdên 74 fermanan, civaka Êzidî û jinan pîroz dikim. Hedefa me bi vê konferansê ew e ku em ronesansa xwe pêk bînin û xwe ji nû ve ava bikin. Em weke jinên Êzidî Jineolojiyê ji xwe re dikin bingeh. Jineolojî heqîqeta jin û civakan derdixe holê. Jineolojî rastiya jinan û dîroka wan berbiçav dike. Lazim e hemû jinên cîhanê li ser bingeha Jineolojiyê xwe nas bikin û rastiya xwe derxin holê.”