Ji Tevgera Dengê Jinên Efgan li dijî tundiyê kampanya
Tevgera Dengê Jinên Efgan, bi armanca têkoşîna li dijî tundiya bipergalî û yasayî ya di pêvajoya rejîma Talîbanê de tê jiyîn, kampanyayek bi navê “Rawestandina Tundiya Li Dijî Jinan” da destpêkirin.

Navenda Nûçeyan – Tevgera Dengê Jinên Efgan, di daxuyaniya xwe ya de ragihand ku bi armanca Rawestandina tundiya zêde ya li dijî jin û zarokên keç ên Efganî ya di nava malbat û civakê de, kampanyayek bi navê “Rawestandina Tundiya Li Dijî Jinan” da destpêkirin.
Tevgera Dengê Jinên Efgan, di daxuyaniya li ser rûpela xwe ya fermî ya Facebookê weşand de, banga rawestandina “tundiya bipergalî” ya li dijî jinan kir û balkişand li ser desthilatdariya çar salî ya Talîbanê û destnîşan kir ku sînordarkirinên tên pêkanîn şert û mercên jiyanê ya jinan bi awayekî cidî xirabtir dike.
Jinên beşdarî çalakiyê bûn, balkişandin ku tundiya li dijî jinan zêde dibe û diyar kirin ji bilî bêpar mayîna jinan ya ji mafên bingehîn ên wekî perwerde, kar, azadiya tevgerê û hilbijartina cil û bergan, rastî tundiya nava malê ya roj bi roj zêde dibe jî tên. Her wiha tevgerê, fikarên xwe yên der barê hilweşîna saziyên ku piştgiriyê didin jinan jî anî ziman û da zanîn di çar salên dawî de jinên mexdûr tu piştgirî û xizmet nagrin.
‘Bê dengî hevkarî ye’
Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî hat kirin ku ji bo Rawestandina tundiya bipergalî, yasayî û fîzîkî ya li dijî jinên li Efganistanê, tedbîrên lezgîn û bibandor bên girtin.
Jinên xwepêşander bang li hemû welatiyên Efganî û çalakvanên mafên mirovan kirin ku beşdarî kampanyayê bibin û li dijî zext û zilmê dengê xwe bilind bikin û gotin: “Bêdengiya li dijî zilmê, hevkarî ye.”