Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ di hefteya 78’emîn de didome

Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ ku ji aliyê girtiyên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve hatiye destpêkirin di heftaya 78’an de didome.

Navenda Nûçeyan – Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ ku girtiyên siyasî yên ji 48 girtîgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê beşdarbûne, di hefteya 78’an de têkildarî cezayên darvekirinê daxuyaniyek nû dan.

Li gorî daxuyaniyê, ji destpêka meha Tîrmehê ve heta niha li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 71 kes hatine darvekirin. Her wiha hate diyar kirin ku zextên li dijî çalakvanên siyasî û girtiyên beşdarî kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’  bûne zêdetir bûye û gef û binçavkirinên li dijî xizmên girtiyan didome.

Di daxuyaniya kampanyayê de wiha hate gotin: "Hikumet dixwaze tirsê belav bike, gulebarandina ser zaroka biçûk ya bi navê Reha Şêx tenê mînakek ji vê hovitiyê ye. Hikûmetê dixwazê bivê rêyê tirsê belav bike û bertek, azadî û rûmeta mirovan bêdeng bike. Hikûmet nikare jiyana mirovan ji destê wan bigre. Mafên bingehîn yên girtiyan tên binpêkirin. Heta ku darvekirinên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bidawî bibe, wêqîrîna me ya 'Na ji darvekirinê re’ bidome.”