Atolyeya zagonî li Mexribê ji bo jinan riya kar vedike
Li Mexribê Komeleya El-Neda ya ji bo rehabîlîtasyona jinên di rewşên bi xeter de bi atolyeyek zagonî rewşa jinan a aborî nîqaş kir û hewl da riya kar ji wan re veke.

HENAN HARÎT
Mexrib – Li hola Komeleya El-Neda ya ji bo rehabîlîtasyona jinên di rewşên xeter de ku li herêma Ain Harrouda li derdora bajarê peravê Mohammedia li bakurê rojavayê Mexribê ye, nêzî 20 jinên ji malbatên xeternak kom bûn da ku beşdarî atolyeyek perwerdeyê ya bi navê "Xwe-Karsazî: Riya Jinan Ber bi Hêzdarkirina Aborî" bibin. Ev komxebat di çarçoveya rêze komxebatên zagonî û aborî de tê ku armanc dikin piştgirî bidin jinan û wan çalak bikin da ku bigihîjin bazara kar a fermî.
'Hewl didin jinan ji çerxa lawaziyê ber bi serxwebûna aborî ve bibin'
Çalakvan Wafa Cemîl der barê armanca atolyeyê de wiha got: "Ev komxebat ne tenê rûniştineke perwerdeyê ye, hewldaneke rastîn e ji bo derxistina jinan ji çerxa lawaziyê, ber bi serxwebûna aborî ve. Gelek beşdaran tewra zanîna wan a herî bingehîn a qanûnî yan teknîkî jî tune ye, hinek ji wan tew nizanin ka mirov çawa belgeyeke fermî îmze dike. Bi riya vê însiyatîfê, komele piştgiriyê dide jinên ku dixwazin rewşa xwe bi riya çalakiyên aborî baştir bikin. Xwebixwe karkirin ne tenê zagonek e, nasnameyeke civakî ye. Ew ji jinan re dibêje: Hûn profesyonel in, hûn berhemdar in."
Balê dikşîne ser rewşa jinên di mercên dijwar de
Komxebatê bal kişand ser rastiya jinan li deverên weke Şalatê, herêmeke ku rêjeyeke bilind a jinan di rewşên bêparastin de ye, pir caran ji gundan in û ji gelek astên nexwendinê dikşînin. Ev yek di nebûna rêberiya zagonî û perwerdeyî de lawaziya wan a li hemberî îstîsmarkirinê zêde dike.
Komele ji bo pêşxistina jinan dixebite
Komxebat bi soza komeleyê ya li ser bingeha xwezaya çalakiyên ku jin dixwazin bikin, bi dawî bû. Komele her wiha ji bo ku sûdê bide însiyatîfên herêmî di warên fînansî de bi hev ve girêbide, hewl dide domdariya projeyên ku tê payîn werin destpêkirin, misoger bike.