Li Qendîlê li dijî tundiyê çalakî hatin lidarxistin

Di du çalakiyên cuda yên bi wesîleya 25’ê Mijdarê li gundê Tutme yê Qendîlê hatin lidarxistin, peyama Meclîsa Jinan a Qendîlê û 'Soza Qendîlê' ya ji bo parastina rûmet û mafên jinan hatin xwendin.

Qendîl – Li gundê Tutme ku li herêma Maredu ya Qendîlê ye êvara 20’ê Mijdarê, bi beşdariya jin û mêran du çalakiyên cuda bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna bi Tundiya li ser Jinan re hatin lidarxistin. Di herdu çalakiyan de jî peyamên rûmet, azadî, wekhevî û têkoşîna li dijî tundiyê hatin dayîn.

'Jin rûmet azadî û jiyan'

Di çalakiya yekem de, Mar Mela peyama Meclîsa Jinan a Qendîlê li ser navê jinên gund ên ku kom bûbûn xwend. Peyama bi sernavê "Jin; Rûmet, Azadî û Jiyan" bal kişand ser rûmeta jinan, maf û azadiya wan a bingehîn, têkoşîna li dijî hemû cureyên tundiyê û girîngiya rola jinan di pêşveçûna civakî de.

Di peyamê de hat tekezkirin ku tundiya li dijî jinan ne tenê bi tundiya fizîkî ve sînordar e; gef, heqaret, zexta psîkolojîk, sînordarkirina azadiyê û bêparhiştina maf û derfetên jinan jî cureyên tundiyê ne. Di peyamê de bang li malbat, mêr, sazî û civakê hat kirin ku di parastina maf û rûmeta jinan de berpirsiyariyê parve bikin.

Soza mêran li dijî tundiyê

Di çalakiya duyemîn de, mêrên gund ku ligel hevserokê Navçeya Maredu, endamên encumenê, rêberên civakê û ciwanan hatin cem hev "Soza Qendîlê" xwendin ku armanc dike rûmet û mafên jinan biparêze û hemû cureyên tundiyê bi dawî bike.

Soza ku ji aliyê Rêbwar Abdullah ve hat xwendin bal kişand ser pabendbûnên ji bo têkoşîna li dijî tundiyê, parastina mafên yasayî yên jinan, piştgiriya perwerde û kar, bilindkirina hişmendiya civakî û redkirina bêdengiya li hemberî tundiyê.

Ev pabendbûn ku dibêje parastina jinan û têkoşîna li dijî tundiya li ser wan berpirsiyariyeke hevpar a kesan û saziyên civakî ye, soz dide ku peyamên tên dayîn dê ne tenê bi bûyeran ve sînordar bin, di jiyana rojane de jî bibin helwestên pratîkî.

Di herdu çalakî bi tekezkirina têkoşîna hevbeş a li dijî tundiya li ser jinan û bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bûn.