Li Qamişloyê xwendekar ji bo ziman û nasnameya Kurdî, daketin qadan
Ji ber aloziyên ku li Zanîngeha Rojava derketin û bertekên li dijî biryara entegrasyonê û guhertina taybetmendiya wê, xwendekarên Qamişloyê bi meşeke protestoyî daxwazên xwe careke din anîn ziman.
Qamişlo – Di encama nakokiyên derbarê pêşeroja Zanîngeha Rojava de, kampûsa zanîngehê bû qada aloziyên ku di navbera xwendekaran û şandeya Wezareta Perwerdehiyê de derketin holê. Bûyerên ku bi nîqaşê dest pê kirin, bi bertekên tund û destwerdana hêzê berdewam bûn û careke din pirsên girîng derbarê mafê xwendekaran, taybetmendiya zanîngehê û paşeroja perwerdehiya bi zimanê Kurdî ketin rojevê.
Di vê çarçoveyê de, xwendekarên Qamişloyê ji Çerxereya Sonî heta Çerxereya Şehîdan meşeke protestoyî li dar xistin.
‘Bingehek ji bo domandina nasname û parastina taybetiya zanîngehê ya herêmî û çandî ye’
Têkildarî meşê li ser navê xwendekaran Diyana Ebdê axivî û bal kişand li ser girîngiya Peymana 29’ê Çileyê. Diyana anî ziman ku li ser bingeha ku peymaneke parastina taybetmendiyên herêmên Kurdî di nava xwe de bigre, hatiye îmzekirin. Her wiha hat destnîşankirin ku Zanîngeha Rojava dê taybetmendiya xwe ya akademîk û perwerdehiyê biparêze, bêyî ku tu beşên wê bên rakirin an jî sîstema wê ya zanistî bê guhertin. Ev yek wekî bingehek ji bo domandina nasname û parastina taybetmendiyên zanîngehê ya herêmî û çandî hate destnîşankirin.