Li Qamişlo pîrozbahiya 8’ê Adarê
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, platforma çalakiyên hevbeş yên tevger û rêxistinên jinan li gundê Hîmo ya girêdayî Qamişlo, bi bi dirûşmeya “Bi felsefeya jin jiyan azadî, ber bi sûriyeke demokratîk ve” 8’ê Adarê pîroz kirin.

Qamişlo – Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, platforma çalakiyên hevbeş yên tevger û rêxistinên jinan, li qada Newrozê ya gundê Hîmo ya bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şahiya 8’ Adarê bi dirûşmeya “Bi felsefeya jin jiyan azadî, ber bi sûriyeke demokratîk ve” pîroz kirin. Şahî bi amadebûna hezaran jin, Rêveberiya Xweser, rêxistin, tevgerên ji hemû pêkhate û herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê saziyên çand û hunerê hat pîrozkirin.
‘YPJ nirxê şoreşê diparêze’
Piştî deqeyek rêzgirtin Rêvebera Kongra Star Elîf Hemo têkildarî pîrozbahiyê axivî wiha got: “Em 8’ê Adarê li tevahî jinên cîhanê û mîmarê azadiyê Rêber Apo pîroz dikin. Her kes dizane ku niha li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê berxwedaniyek bê hempa tê meşanmdin, şervanên me yên YPJ’ê di çeperên şer de nirxên şoreşê diparêzin. Li Bandava Tişrîn Şerê Gelê Şoreşgerî tê meşandin ji ber vê yekê ji em ji vir heta Bendavê berxwedaniya wan silav dikin. Rêber Apo di 27’ê Mijdarê de manîfestoya aştî û demokratîk diyarî jina kir. Em wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em ê bi hemû hêz û îradeya xwe xwedî li wê menefûsê derkevin. Ev proja Rêber Apo ya aştî û demokrasiyê wê jin bi rihê 8’ê Adarê xwedî lê derkevê û têkoşîn bikê heta ku azadiya Rêber Apo û hemû jinên bindest bi ser bixê. Ji bo vê jî ji her wextekî zêdetir hemû rojên xwe bikin roja 8’ê Adarê û hertim di nava têkoşînê de bin û li qadan bin berxwedanê bikin û dengê jinan hemûyan bibe yek li hember zihniyeta zilamperestan. Azadiya me jinan bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye. Ji ber wê jî 8’ê Adarê ya sala 2025’an bilindkirina têkoşînê ye.”
Di berdewamiya şahiyê de gelek komên stranan ya Hêva ya Şehba, her wiha Koma Yasen ya bajarê Dêrikê, Koma Şehîd Delîla ya navçeya Amûdê, Koma Elefterya ya bajarê Dêrikê, Hunermend Sûmeya Mihemed û Koma kovendê ya Koçerata stran û govendên xwe pêşkeş kirin.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.