Li Qamişlo ji bo Roja Zarokan şahî
Rêxistina Stêrk bi hevkariya rêxistina Nûdem, li bajarê Qamişlo Roja Navneteweyî ya Zarokan pîroz kir. Şahî, bi beşdariya zarok û malbatan bi awayekî coş pêkhat.
Qamişlo – Rêxistina Stêrk bi hevkariya rêxistina Nûdem, bi boneya Roja Navneteweyî ya Zarokan bi dirûşmeya "Em zarok in…hemû roj ên me ne" şahiyek ji bo zarokan li bajarê Qamişlo li dar xist.
Şahî li Bexçê Arî li bajarê Qamişlo hat lidarxistin. Endamên her du rêxistinan û gelek zarok û malbatên wan tev li şahiyê bûn.
Di şahiyê de Hevseroka Rêxistina Nûdem Sîham Çolî bi xêrhatina mêvanan kir û spasiya hemû saziyên ku piştgirî dan çalakiyê kir.
Di şahiyê de ji bo zarokan pêşbirka pirsan hat lidarxistin, paşê zarokê bi navê Bîrhat Hesen helbestek xwend û zarokê bi navê Hesen Derwîş stran pêşkêş kirin.
Di dawiya şahiyê de diyarî li zarokan hatin belavkirin.