Li Helebê têkildarî rola jinê ya di civakê de panelek hate li dar xistin

Meclisa Jinan a Sûriyeyê, li bajarê Helebê bi sernavê "Jin di nava krîza gerdûnî û paşguhkirina hebûnê de" panelek li dar xist.

Heleb – Meclisa Jinan a Sûriyeyê li bajarê Helebê bi sernavê "Jin di nava krîza gerdûnî û paşguhkirina hebûnê de" panelek li dar xist. Panel li hola civînan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) a taxa Şêxmeqsûd a Helebê hat lidarxistin.

Mijara yekemîn a bi sernavê "tundiya li dijî jinê û rêbazên rûbirûbûna wê" ji hêla rêvebera MSDˊê Leyla Xalid  û mijara duyemîn bi sernavê "aliyên qanûnî" ji aliyê parêzer Meha Ehmed ve hate birêve birin.

‘Îro berpirsiyariyeke dîrokî ya jinan heye’

Leyla Halîd, di rûniştina ewil de, diyar kir rolên ku jin di qadên civakê de dilîzin, xwedî girîngiyek dîrokî û hemdem e. Leyla Halîd, diyar kir ku divê rolên jinan ne tenê li gorî destkeftiyên wan, di heman demê de li gorî astengiyên ku ew pê re rû bi rû dimînin jî werin nirxandin û destnîşan kir ku di pêvajoyên civakî de girtina berpirsiyariya hevbeş ji bo civakek bihêz girîng e.

Di rûniştina duyemîn de hiqûqnas parêzer Meha Ehmed axivî, da zanîn Makezagona Sûriyeyê mafên jinan bi têra xwe nîşan nade û diyar kir ku jin hêj di qanûnên rewşa kesane de di mijarên wekî zayîn, îtaeta hevjînê, mîras û heberdanê de rastî cudakariyê tên. Meha Ehmed, diyar kir nebûna qanûnek ku tundiya aborî û derûnî sûc dihesibîne jinan bêparastin dihêle û destnîşan kir ku jin di veguheztina hemwelatîbûnê ji hevjîn û zarokên xwe de rastî cudakariya hiqûqî ya cidî tên.

Hevîn Mûsa, diyar kir tundiya li dijî jinan dîrokî ye, lêbelê bi serdema dîjîtal re zêdetir bûye. Hevîn Mûsa, destnîşan kir ku hişmendiya jinan a li ser mafên xwe di rawestandina tundiyê de hêzek bingehîn e.

Cîhan Berkil jî, da zanîn jinan di seranserê dîrokê de mîna rêveber û pêşeng rolên girîng lîstine û newekheviyên roja me ya îro ji daneheva dîrokî çavkanî digre.

Di dawiya panelê de beşdaran, li ser pêwîstiya xurtkirina temsîliyeta siyasî û civakî ya jinan û bicîhanîna guhertinên destûrî ji bo parastina mafên jinan li hev kirin.