Li Şedadê mêr li dijî tundiya li ser jinê meşiyan

Îro li bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de, bi pêşengtiya Kongra Star mêr herikîn qadan û meşek lidarxistin.

Hesekê – Li bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de mêr meşiyan.

Meş li ber deriye Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dest pê kir û heta Parqa Rêber Apo berdewam kir. Ji sazî û rêveberiyên sivîl gelek mêr beşdarî meşê bûn. Beşdaran pankartên ku tundiya li dijî jinan şermezar dikirin û balêdikşînê li ser girîngiya rêzgirtin û parastina mafên wan, hilgirtin.

Beşdaran, diyar kirin ku ev meş parçeyek çalakiyên ku ji aliyê Kongre Star ve li herêmên cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têne li dar xistin e û armanc ew e ku mêran beşdarî şerê li dijî tundiyê bikin û guhertina têgihiştina qalîbên "pirsgirêkên jinan tenê berpirsiyariya jinan e".

Di meşê de endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Mihemed El-Xelef axivî û wiha got: "Tundiya li dijî jinan hêj li pêşiya wekhevî, pêşketin, aştî û pêkanîna mafên mirovan a jinê astengiyek mezin e. Heta tundiya li dijî bidawî nebe, edaleta domdar ne pêkan e. Em her tim hewl didin û ji bo jin di hemû qadên jiyanê de bibe sereke, di armancên bingehîn a civakê de xebat dimeşînin.”

Mihemed El-Xelef, diyar kir beşdarbûna wan a ji bo çalakiyê, ji bo bihêzkirina hişyariyê û guhertina tevgerên neyînî yên derbasî nifşan dibin, derfetek girîng e û da zanîn parastina jinan tê wateya parastina ewlehî û aramiya malbat û tevahî civakê.

Mihemed El-Xelef, di dawiya axaftina xwe de bang li hemû mêran kir ku bi awayekî cidî beşdarî têkoşîna li dijî tundiyê bibin û diyar kir ku divê ew bi awayekî çalak beşdarî kampanyayên hişyarkirin û piştgiriyê yên ji aliyê sazî û civakên herêmî ve tên li dar xistin bibin. Mihemed El-Xelef, balkişand li ser girîngiya destpêkirina guhertinê ya di nav malbatê de.