Ferîşte Huseyînî ji fîlmê ‘Di navbera Xwedayan de’ xelatek din girt

Lîstikvan Ferîşte Huseyînî bi performansa xwe ya di fîlma “Di navbera Xwedayan” de di Festîvala Sînema û Nivîskar a Rabatê de xelata Lîstikvana Jin a herî Baş girt.

Navenda Nûçeyan- Fîlma “Di navbera Xwedayan de” behsa serpêhatiya jineke Efgan a ciwan dike. Di fîlm de jina ku bi hevjîn û sê zarokên xwe re bi penaberî diçe Sirbistanê, dema ku hîn dibe birayê wê yê biçûk Elî xeniqiye û bê nasname di goreke bêkes de hatiye veşartin, bi rastiyeke trajîk re rûbirû dimîne.

Çalakiyên 30’yemîn Festîvala Sînema û Nivîskar a li bajarê Mexribê, Rabatê hat lidarxistin bi dawî bûn. Di festîvalê de, Fereşteh Huseyînî bi performansa xwe ya di fîlm de bi fîlma çêkeriya wê Sirp-Hirvat-Îtalyan a bi navê “Di navbera Xwedayan de” layîqê xelata lîstikvana herî baş a jin hat dîtin. Fîlm, ji aliyê derhêner Vuk Rasumovîç ve hat kişandin.

Her tişt bi hatina Sirbistanê dest dest pê dike

Fîlma “Di navbera Xwedayan de”, bi çûyîna Hirvatistanê ya jina ciwan a Efgan Ferîşte ya bi hevjînê xwe Reza û sê zarokên wê dest pê dike. Piştî demek kurt hîn dibe ku birayê wê yê biçûk Alî yê gihîştiye Hirvatistanê xeniqiye û wê bê nasname di gorek nediyar de veşartine. Ferîşteya ku bi vê rastiya bi êş re rûbirû dimîne, ji bo birayê xwe bi awayekî ku layiq e defin bike, biryar dide li Belgradê bimîne lê ev biryar, dibe sedem ku bavê wê yê li Efganistanê jî di nav de bikeve nava pêvajoyek îdarû û dirêj a tevlîhev.

Ferîşte Hoseyînî gelek xelat girtibûn

Ferîşte Hoseyînî, ji heman fîlmê berê di festîvalên navneteweyî de xelaten Lîstikvana Jin herî Baş girtibûn. Di nava wan de a Hirvatistanê, Festîvala Pula, a li Romayê Festîvala Otranto, li îtalyayê Euro Balkan û Hong Kong Lights jî hebûn. Van xelatan nîşan didin ku performansa Ferîşte Huseyînî di qada navneteweyî de gelek te ecibandin. Di çarçoveya festîvalê de her wiha lu du fîlmên derhênerê Îranî Hasan Nazir ên bi “Plana Dawî” û “Destûr nehat dayîn” jî hatin temaşekirin. Her wiha sînemakara Îranî Elaha Nubakht, di festîvalê de endama juriyê bû, vê yekê jî cihekî zêdetir ji bo Îranê di festîvalê de çêkir.

Ferîşte Huseyînî weke lîstikvaneke ciwan Efgan-Îranî, di salên dawî de derketiye pêş. Bi behre û kêrhatiya rola xwe ya mirovî ya kûr balê dikşîne.